Bavê Narîn Guranê: Darizandin pir bi lez hat kirin da ku dosye bê girtin

Uncategorized

NÛPEL – Bavê Narîn Guranê, Arîf Guran, nerazîbûn nîşanî biryara dadgehê ya derbarê dosyeya keça xwe de da û daxwaz kir ku heyeteke serbixwe û bêalî were avakirin da ku rastiya bûyerê bi temamî eşkere bibe.

Arîf Guran her wiha gazincên xwe yên giran ji sazî û siyasetmedarên Kurd ên li herêmê kirin û got, “Min pir li deriyê wan xist ji bo piştgiriyê.”

Lêkolîn û xebatên li ser dosyeya kuştina Narîn Guranê didomin. Narîn Gurana 8 salî, 21’ê Tebaxa 2024’an li gundê Çoliyê yê Amedê “winda” bibû û 8ê Îlonê termê wê di çemê nêzîkî gund de hatibû dîtin.

Dadgeha 17’emîn a Cezayên Giran a Amedê biryar dabû ku ji 15 kesên ku bi tohmeta “veşartina sûcdaran” dihatin darizandin, Bîrsen, Fuat û Maşallah Guran bi 3 sal û 6 meh hepsê bên cezakirin. Dadgehê her wiha ji bo Mehmet Selim Atasoy, Mehmet Şevket Kaya û Muhammed Kaya (karkerên Salîm Guran) 3 sal cezayê hepsê da û biryara tahliyeya wan da.

Bavê Narînê Arîf Guran, piştî xebat û hevdîtinên xwe yên li Enqereyê, niha ji bo derxistina rastiyê û daxwaza alîkariyê li Stenbolê ye. Wî li wir bersiva pirsên nûçegihanê Rûdawê Rawîn Stêrk da û daxuyaniyên girîng dan.

“Ji bo eşkerebûna rastiyê em li Stenbolê ne”

Arîf Guran diyar kir ku ew nêzîkî du mehan e li Enqereyê bi siyasetmedaran re hevdîtinan dike û li ser sedema serdana xwe ya Stenbolê wiha axivî:

“Em îro ji bo gihandina dengê xwe û ji bo daxwaza alîkariyê li Stenbolê ne. Me di vê dosyeyê de fikar û metirsiyên mezin dîtin. Me li gelek deriyan xist; me got ku ji bo xatirê min nebe jî, qet nebe ji bo xatirê Narînê û ji bo derxistina rastiyê bixebitin.”

“Sînyalên telefonê û rapor şaş in”

Arîf Guran bi tundî rexne li wan rapor û tespîtên sînyalên telefonê girt ku dadgehê wekî bingeh girtine û got:

“Îro bi hinceta 55 saniyeyan dibêjin Narîn derketiye palê. Li ser qeydên sînyalên telefonê diaxivin û dibêjin ev kes li vê odeyê ye, li vê korîdorê ye, li pişt xênî ye yan jî li kêleka xênî ye. Ew raporên ku çêkirine nayên kontrolkirin û bêbingeh in. Ew şexsê ku ev rapor amade kirine, ne pisporekî dadwerî yê dewletê ye jî. Lê dadgehê ev raporên bêbingeh û gotinên kesekî ku 7 caran îfadeya xwe guherandiye, wekî bingeh girt û cezayê girtina hetahetayê da malbata min.”

“Bila heyeteke serbixwe were avakirin”

Guran destnîşan kir ku ev darizandin pir bi lez bûye û armanca wê tenê girtina dosyeyê ye:

“Ez daxwaz dikim ku li ser bingeha heqîqet û wîjdanê heyeteke bêalî û serbixwe were avakirin. Bila di nav vê heyetê de parêzerên bêalî, parêzerên vî gelî, pisporên dadwerî, zana û profesor hebin. Ez dixwazim her tişt eşkere bibe. Heke di encamê de heyetê biryarek bida, min dê ew qebûl bikira.”

Guran her wiha bal kişand ser hinek delîlên nû yên ku li ber çavan nehatine girtin û got, “Di îdianameyê de jî heye; digotin Salîm saet 10:00’an hatiye çem û kevirên 2 û 3 yan daniye ser (termê Narînê). Darizandineke pir bi lez kirin. Di nav salekê de sê dadgeh; dadgeha herêmî, îstînaf û Dadgeha Bilind. Ev lez tenê ji bo girtina dosyeyê ye.”

Gazincên giran ji partî û siyasetmedarên Kurd

Li ser pirsa nûçegihanê Rûdawê ya derbarê gazincên wî yên li hemberî sazî û rêxistinên Kurdan, Arîf Guran wiha bersiv da:

“Divê em xwedî şefqat û rehmet bin. Îro li herêmê partiyeke mezin a vî gelî (DEM Partî) heye. Tenê li Amedê 9 parlamenterên wan hene û li bajarên din jî parlamenterên wan hene. Helbet gazinca min a herî mezin ji wan e. Min pir li deriyê wan xist. Ez ne ji bo tiştekî nexwestî û ne jî ji bo berjewendiyekê neçûm cem wan.”

Çavkanî: Rûdaw

Van jî bibîne

 

Ronaldo di Dîroka Kûpê Cîhanê de Rekorek Dîtir Şikand!
Li Mêrdînê şewata zeviyan: TOMA û tîmên agirkujiyê mudaxele dikin

Nûçeyên Sereke