Donald Trump: Îranê bi teftîşên nukleerê yên bêsînor razî bûye

CîhanNûçe

NÛPEL – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Amerîka û Îran gihîştine lihevkirinekê. Li gorî peymanê, Îran teftîşên nukleerê yên bêdawî qebûl dike û Amerîka jî dorpêça deryayî ya li ser Tengava Hurmizê radike.

“Vekolînên nukleerî yên bêdawî”

Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî, bal kişand ser destkeftiyên danûstandinan û wiha got: “Tevî hemû dijderketinan û ‘Nûçeyên Derew’ ên ku hewl didin serkeftina Amerîkayê biçûk nîşan bidin, Îranê bi temamî pejirandiye ku heta demeke gelekî dirêj (bêdawî!) di asta herî bilind de teftîşên nukleerî qebûl bike.”

Serokê Amerîkayê diyar kir ku ev yek dê “rastgoyiya nukleerê” garantî bike û tekez kir ku eger Îranê ev şert qebûl nekiriban, ti danûstandinên din çênedibûn.

Tengava Hurmizê û pereyên Îranê

Trump da zanîn ku wî qebûl kiriye Tengava Hurmizê vekirî bimîne û dorpêça deryayî rabe, lê hişyarî da: “Hemû keştî li cihê xwe dimînin da ku eger pêwîst bike dorpêç dubare were destpêkirin. Lê di vê qonaxê de ev yek dûrî aqilan e.”

Li gorî gotina Trump, pere û sizayên ku ji aliyê Xezîneya Amerîkayê ve tên serbestberdan, dê bikevin hesabekî emanetê yê di bin kontrola Amerîkayê de. Ev pere dê tenê ji bo kirîna xwarin û pêdiviyên tenduristiyê (wek genim, garis û soya ji cotkarên Amerîkî) werin bikaranîn. Trump ev rewş wekî “qeyraneke mirovî” pênase kir.

“Eger pêbend nebin, em dê gavan biavêjin”

Berî vê daxuyaniyê, Trump li Koşka Spî jî axivî û diyar kir, eger Îran pêbendî peymanê nebe yan jî “baş tevnegere”, ew dê bêguman bersiva pêwîst bidin.

Ev daxuyaniyên Trump piştî bidawîbûna danûstandinên li Swîsreyê hatin. Armanc ew e ku peymaneke daîmî were îmzekirin da ku dawî li şerê di navbera her du welatan de, yê ku di dawiya meha Sibatê de dest pê kiribû, were anîn.

JD Vance: Bingeheke baş hat avakirin

Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vance jî diyar kiribû ku gotûbêjên aştiyê, “bingeheke baş ji bo peymaneke dawî ya serkeftî” ava kiriye. Vance her wiha ragihandibû ku Tehranê qebûl kiriye mufetîşên Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) derbasî nav Îranê bibin.

Li Tengava Hurmizê tevger dest pê kir

Piştî van danûstandinan, keştiyan careke din dest bi derbasbûna Tengava Hurmizê kirin. Li gorî amarên şirketa Kplerê, di dawiya hefteyê de derbasbûna 71 keştiyan hatiye piştrastkirin; roja şemiyê bi tenê 35 keştî ji tengavê derbas bûne. Ev di demekê de ye ku beriya destpêkirina şer, rojane 100 heta 130 keştî di wê tengavê re derbas dibûn.

Çavkanî: Rûdaw

Van jî bibîne

 

Li Mêrdînê şewata zeviyan: TOMA û tîmên agirkujiyê mudaxele dikin
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî hefteya bê serdana Bexdayê dike

Nûçeyên Sereke