NÛPEL – Rêveberiyên dibistanan ên herêma Cizîrê, mezûn-nameyên nêzî 242 hezar xwendekarî belav kirin.
Rêveberiyên dibistanên bajarên herêma Cizîrê (Qamişlo, Hesekê, Dêrik, Çilaxa, Tirbespiyê, Amûdê, Dirbêsiyê û Til Temirê), mezûn-nameyên sala xwendinê ya 2025-2026`an ên qonaxên seretayî, navîn û amadehiyê, li xwendekarên dibistanên Rêveberiya Xweser belav kirin.
Li gorî agahiyên ku ji Gerînendetiya Perwerdeyê ya Parêzgeha Hesekê hatine wergirtin, hejmara xwendekarên ku îro bawernameyên xwe wergirtine, nêzî 242 hezar xwendekar e.

Çavkanî: ANHA










