Egîtîm Sen: Şîdeta li ser mamosteyan nayê qebûlkirin

Nûçe

NÛPEL – Serokê Şaxa Antalyayê ya Egîtîm Senê Ozturk: Têkoşîna mafdar a mamosteyan bi şîdeta polîsan nayê astengkirin

Serokê Şaxa Antalyayê ya Egîtîm Senê Kadir Ozturk, bertek nîşanî mudaxaleya polîsan a li dijî çalakiyên mamosteyên sektora taybet û mamosteyên ku ji ber azmûnên devkî mexdûr bûne yên li Enqereyê da û diyar kir ku mamoste ji ber ku mafên xwe yên destûrî bi kar tînin, rû bi rûyê şîdet û binçavkirinan tên hiştin. Ozturk got: “Li şûna barîkatan, divê çareserî li ber mamosteyan bê danîn.”

Serokê Şaxa Antalyayê ya Egîtîm Senê Kadir Ozturk, di daxuyaniya xwe ya nivîskî de bi bîr xist ku Sendîkaya Mamosteyên Sektora Taybet û mamosteyên mexdûrên azmûnên devkî, ji bo mûçeyê bingehîn, xebata bi ewle, mûçeyekî ku mirov pê bikare bi rûmet bijî û mafên wan ên pîşeyî werin misoger kirin, 8 roj in li Enqereyê di çalakiyê de ne.

Ozturk da zanîn ku ji ber guh nedane daxwazên mamosteyan, wan dest bi greva birçîbûnê kirine û bal kişand ser wê yekê ku hevalên wî heft roj in di greva birçîbûnê de ne.

“MAMOSTE RÛ BI RÛYÊ ŞÎDETA POLÎSAN HATIN HIŞTIN”

Ozturk diyar kir ku mamosteyan xwestine ji ber Nûnertiya Enqereyê ya Sendîkaya Mamosteyên Sektora Taybet bimeşin heta Peykerê Karkerên Madenê da ku daxwazên xwe ragihînin raya giştî, lê rastî astengiya polîsan hatine.

Ozturk da zanîn ku di mudaxaleyê de gaza îsotê hatiye bikaranîn, mamoste hatine lêdan, li ser erdê hatine kaşkirin û gelek kes hatine binçavkirin; her wiha diyar kir ku mudaxaleyên li dijî mamosteyan êdî bûne rewşeke sîstematîk.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku mamosteyên ku dixwazin bi karanîna mafên xwe yên destûrî daxuyaniya çapemeniyê bidin û meşê li dar bixin, bi rojan e bi dorpêça polîsan, şîdeta fîzîkî û binçavkirinan re rû bi rû dimînin. Her wiha hat gotin ku sendîka, rêxistinên pîşeyî, rêxistinên civaka sivîl û nûnerên partiyên siyasî yên ji bo piştgiriyê beşdarî çalakiyan bûne jî bûne hedefa heman mudaxaleyan.

MAFGERÎN NE SÛC E”

Ozturk diyar kir ku dema divê pirsgirêkên şert û mercên xebat û jiyanê yên mamosteyan bên çareserkirin, bersiva desthilatdariyê ya bi şîdeta polîsan nayê qebûlkirin û got ku mafgerrîn ne sûc e.

Ozturk bal kişand ser vê yekê ku daxuyaniya çapemeniyê, meş û çalakiyên sendîkayî mafên demokratîk û destûrî ne û bang kir ku zext, şîdet û binçavkirinên li dijî daxwazên mamosteyan demildest bên sekinandin.

“EV TÊKOŞÎN TÊKOŞÎNA HEVPAR A HEMÛ MAMOSTEYAN E”

Ozturk destnîşan kir ku pîşeya mamostetiyê bi salan e ji ber mûçeyên kêm, nebûna ewlehiyê, bêkarî, sepanên azmûnên devkî û şert û mercên giran ên xebatê hatiye bêrûmetkirin û got ku mamosteyên dibistanên taybet mecbûrî mûçeyên kêm û sepanên keyfî yên xwedîkarên dibistanan hatine hiştin.

Ozturk anî ziman ku pêşeroja mamosteyên li benda tayînkirinê ji ber sepanên azmûnên devkî hatiye tarîkirin û got ku keda mamosteyên ku di statuyên cuda de di sektora giştî û taybet de dixebitin, tê bêqîmetkirin.

Ozturk teqez kir ku têkoşîna mamosteyên sektora taybet a ji bo mûçeyê bingehîn û xebata bi ewle û têkoşîna mamosteyên mexdûrên azmûnên devkî, têkoşîna hevpar a hemû mamosteyan e; her wiha got ku ev yek di heman demê de têkoşîna parastina rûmeta pîşeya mamostetiyê, nirxa kedê û mafê perwerdehiya bi kalîte ya xwendekaran e.

DAXWAZÊN WAN

Ozturk da zanîn ku wekî Egîtîm Sen, ew cudahiya statûyan a ku mamosteyan ji hev vediqetîne red dikin û dê têkoşîna hevpar a hemû mamosteyên di sektora giştî û taybet de dixebitin, yên li benda tayînê, yên peymanî an jî yên bi dersê dixebitin, mezin bikin.

Ozturk daxwaz kir ku ji bo mamosteyên di sektora taybet de dixebitin mafê mûçeyê bingehîn di bin ewlehiya yasayî de be, şert û mercên xebata bi ewle bên dabînkirin, mafên mamosteyên mexdûrên azmûnên devkî bên dayîn, daxwazên mamosteyên di greva birçîbûnê de bên pêşwazîkirin û mudaxaleyên polîsan bên sekinandin.

Ozturk got: “Li şûna barîkatan, divê çareserî li ber mamosteyan bê danîn. Ked, pîşe û rûmeta mamosteyan nayê binçavkirin. Mamosteyên ku mafên xwe digerin, ne tenê ne.”

Çavkanî: Pîrha

Van jî bibîne

 

Mezûn-nameyên xwendekaran hatin belavkirin
Tulay Hatîmogullari: Kurd dixwazin PKK’yî tevlî jiyanê bibin

Nûçeyên Sereke