NÛPEL – Swîsre amade dibe ku di 30’yê Hezîranê de penaberê siyasî yê Kurd Ahmet Tabû dersînor bike û radestî Tirkiyeyê bike. Ahmet Tabû diyar kir ku vegera wî ya bo Tirkiyeyê xetereyên mezin bi xwe re tîne û heke wî bişînin, dê tavilê bê girtin.
Ahmet Tabû, ji ber cezayên siyasî yên ku di sala 2022’yan de li ser wî hatibûn birîn, neçar mabû Tirkiyeyê biterikîne û biçe welatên Ewropayê. Tabû ku ji sala 2024’an ve li Swîsreyê dimîne, di 29’ê Gulanê de dema ku ji bo nûkirina nasnameya xwe çûbû saziya koçberiyê, hat binçavkirin. Ew 23 roj in ji aliyê dewleta Swîsreyê ve di girtîgehê de tê ragirtin û biryara dersînorkirina wî hatiye dayîn. Tabû, yê ku niha li Girtîgeha Flughafenê tê ragirtin, rewşa xwe ji Ajansa Welat re vegot.
Çalakiya birçîbûnê bandor li ser rewşê kir
Ahmet Tabû da zanîn ku di odeya wî de sê kes hene û hevalên wî yên din ên girtî jî bi dildarî naxwazin vegerin. Tabû bal kişand ser guhertina nêzîkatiya rêveberiya girtîgehê û got: “Em ji hev serbixwe dijîn. Nêzîkatiya rêveberiya girtîgehê li gorî rojên berê guheriye; bandora çalakiya me ya 11 rojan di vê yekê de heye. Hê firsenda me çênebûye em bi rayedarekî derve re biaxivin. Personelên li vir tenê ji bo agahdarkirina li ser rewşê hevdîtinê dikin.”
Biryara dersînorkirinê hat dayîn
Tabû da xuyakirin ku du roj berê bilêta balafirê ya 17’ê Hezîranê gihîştiye destê wî, lê piştre ew tarîx ji bo 30’ê Hezîranê hatiye guhertin. Tabû wiha pê de çû: “Hat gotin ku ligel min du polîs jî dê heta Tirkiyeyê werin. Ez nafikirim ku personelên li vir di derbarê rewşê de xwedî agahiyeke zêde bin. Saziya ku ev biryar ji min re şandiye SEM (Saziya Mîgrasyonê) e. Tê gotin ku ez ê teqez bêm şandin û mafê min ê îtirazê tune ye. Her çend min bi nivîskî ragihandibe ku vegera Tirkiyeyê dê çi encamên xirab ji bo min bîne jî, di biryara wan de tu guhertin çênebû.”
‘Cezayê pere li parêzer birîne’
Tabû bal kişand ser rewşa hevalê xwe Mehmet Agît Bagdû û diyar kir ku di berdana wî de bandora çalakiyan heye. Tabû got ku çend roj berê Bagdû ji bo mîgrasyonê hatibû gazîkirin û bersiva redê wergirtibû, herwiha da zanîn ku ji ber parêzerê wî hîn jî bi dosyeyê re mijûl dibe, cezayê pere li parêzerê wî hatiye birîn.
‘Çalakiyan bandorek li ser rewşa me nekir’
Ahmet Tabû destnîşan kir ku sedema dersînorkirina wî wekî “bi cih neanîna şertên entegrasyonê” hatiye nîşandan û ev rexne kir: “Dema min pirsî ku mirovên li vir di nav 20 rojan de mafê rûniştinê digirin, li ser kîjan bingehî entegre bûne, vê pirsa min bêbersiv hiştin. Ji min re gotin rewş di însiyatîfa wan de ye û berî ku encama penaberiya min (AWS) were, wan dosya betal kiriye. Çalakiyên li ber girtîgehê, yên li parlamentoyê û daxuyaniyên parlamenteran jî heta niha tu bandorek li ser rewşa me nekirine.”
‘Heke vegerim Tirkiyeyê ez ê bêm girtin’
Tabû di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser xetereya li benda xwe: “Min ji wan re ragihand ku di rewşa vegera Tirkiyeyê de, ez ê hem ji ber cezayên xwe yên berê û hem jî ji ber nûçeyên derbarê min de derketine, tavilê bêm girtin. Niha ez li benda biryara dawî me, lê heta niha tu geşedaneke erênî çênebûye.”
Çavkanî: Gulîzar Turkoz / AW










