Jiyan û berhemên Cegerxwîn hatine belgekirin

🔴Helbesta “Kîme Ez” a Seydayê Cegerxwîn ku wekî dînamîtekê di nava dîroka Kurdistanê de teqiya, niha bûye navê belgefîlmekî sînemayî.
 
Derhêner Esîn Akgul bi belgefîlmê “Kîme Ez” rêwîtiyeke kûr a li pey şopa helbestvanê nemir Cegerxwîn dide destpêkirin. Ji hewşa mala wî ya li Qamişloyê ku gora wî lê ye, heta bi penaberiya Ewropayê; jiyana tije şoreş û volkan a Cegerxwîn bi şahidî û hevpeyvînên taybet dê li Stokholmê bê pêşkêşkirin.

Dema ku helbestek dibe nasname, li xerîbî û derbideriyê dibe welat, bi hezaran kes li derdora xwe kom dike.

Parîs û Kîme Ez berî 43 salan wan digihîne hev, zordarî û stemkarî bû sedem ku hev li Kurdistanê nebînin, lê rêwîtiya li ser şopa heqîqetê û lêgerîna li pey bersiva pirsa Kîme Ez, Seydayê Cegerxwîn û hunermend Şivan Perwer digihîne hev.

Cegerxwîn di sala 1903`an de ji dayik bûye

Cegerxwîn ê helbestvan, xwe dispêre kesayetiya zarokekî Kurd ê ku di di sala 1903`an de, li gundê Hesarê yê girêdayê Mêrdîn jidayik dibe û piştre koçberî Amûdê li binxetê dibe, di salên destpêkê yên zaroktiya xwe de, dê û bavê xwe ji dest dide, êdî bi tena xwe pişta xwe dide felekê û berê xwe dide oxirê.

Ew zarokê ku bi navê Şêxmûs li gundekî biçûk jidayik dibe, bi derbasbûna salan re dibe Cegerxwîn û li her 4 aliyên Kurdistanê bi nav û deng dibe.

Belgefilmê bi navê “Kîme Ez” hat amadekirin

Kîme Ez, dibe nasname, derhênera Kurd Esîn Akgul a ji Anatolya Navîn jiyan û berhemên Cegerxwîn belge dike.

Belegfilmê bi navê Kîme Ez , rêwîtiyek li ser jiyana Cegerxwîn, bi derhêneriya Esîn Akgul tê amadekirin.

Esîn Akgul derhêneriya belgefilmê “Kîme Ez” kiriye

Di vî karî de, hevpeyvîn bi malbata seydayê Cegerxwîn re, herwiha bi çend hunermend, nivîskar û helbestvanên Kurd re hatiye kirin.

Serdana mala Cegerxwîn a li Qamişloyê hatiye kirin

Serdana mala Cegerxwîn a li Qamişloyê jî hatiye kirin, ku li wir cenazeyê wî bi axê ve hatiye spartin û gora wî bûye mezargehek ji wêjehez, aşiqên helbesta Kurdî û niviştên seydayê Cegerxweîn re.

Di 1983`an de hevpeyvînek bi Cegerxwîn re hatibû kirin

Tenê yek hevpeyvîn bi dîmen bi Cegerxwîn re hatiye kirin ew jî di sala 1983`an de ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya li Parîsê ye.

Derhênera Kurd, Esîn Akgul bi vî karê xwe çend aliyan ji jiyana Cegerxwîn tîne ber çavan û giringiya nivîs û berhemên wî nîşan dide.

Ev jî beşek ji helbesta “Kîme Ez” a nemir Cegerxwîn e:

Kîme ez? Kurdê Kurdistan

Tev şoreş û volkan

Tev dînamêt im

Agir û pet im

Sor im wek etûn

Agir giha qepsûn

Gava biteqim

Dinya dihejî

Ev pêt û agir

Dijmin dikujî..

/Çawkani: nucetv.net/

Van jî bibîne

 

Di operasyonên li dijî şaredariyên CHP’ê de 5 kes hatin girtin
Loqmeya Muharremê li Antalyayê: Banga heq û edaletê ya Kerbelayê tê jiyandin

Nûçeyên Sereke