BAN’ê 10-Salîya Damezirandina Xwe û Roja Aştiya Navxweyî li Amedê Pîroz Kir

Nûçe

AMED (Nûpel) – Tevgera BAN’ê (Bizava Aşitiya Navxweyî) bi bernameyeke dewlemend 10-salîya damezirandina xwe û Roja Aştiya Navxweyî pîroz kir. Rêveberiya BAN’ê ya Bakurê Kurdistanê li bajarê Amedê, bi amadebûna mêvanên ji her çar parçeyên Kurdistanê, şahiya salvegera xwe bi coşeke mezin pîroz kir.

Beşdarbûneke Berfireh Ji Her Çar Parçeyên Kurdistanê

Bernameya pîrozbahiyê li Qonaxa Îskender Paşa ji aliyê derhêner Kerem Tekoglu ve hat birêvebirin. Di çalakiyê de nûnerên saziyên sivîl, saziyên aborî û nûnerên partiyên siyasî yên girîng cihê xwe girtin. Ji bo pîrozbahiyê gelek kesayetên naskirî ji bajar û herêmên cuda yên Kurdistanê hatin ba hev. Di nav beşdaran de ev navên baldar hebûn:

• Ji Rêveberiya BAN’ê: Berpirsê BAN’ê yê Rojhilatê Kurdistanê Goran Amîrî, Endama Rêveberiya BAN’ê Zînet Dînçer, Serokê BAN’ê yê Bakûr Ahmet Kanî û Serokê Giştî yê PSK’ê Bayram Bozyel.

• Ji Başûrê Kurdistanê: Ji Silêmaniyê Dr. Dilşad Mihemed, Waliyê Helepçe yê berê Ebdullah Newrolî, Omer Ebdûn û Yasîn Ezîz; ji Hewlêrê Dr. Kadir Kasûrî û Mamoste Ebdulwahîd; ji Duhokê Pale Bawanî û Zêrevan Nêrweyî.

 

• Ji Sazî û Partiyên Siyasî: Nûnera DEM Partiyê Sultan Yaray, li ser navê Komeleya Şêx Seîd Mordem Zel, Parêzer Abdullah Cager, ji Dîtavê Sedat Yurttaş, ji Despêka NÛ Osman Karavîl, li ser navê Navenda Çanda Dîcleyê Celal Ekîn, Serokê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî Îbrahîm Gurbuz û endamê rêveberiya Weqfa Îsmaîl Beşîkçî Nîhat Gultekîn

Peyama Yekîtiyê û Dengbêjî

Di destpêka civînê de peyama Serokê Giştî yê BAN’ê Mûsa Kaval bi her du zaravayan, Kurmancî û Soranî, hate xwendin. Di peyamê û axaftinên mêvanan de herî zêde giringiya yekîtiya neteweyî û aştiya navxweyî hate destnîşankirin.

Hestên Neteweyî û Coşa Muzîkê: Piştî axaftinên siyasî û peyamên yekîtiyê, bername bi çand û hunera Kurdî berdewam kir. Ji Mala Dengbêjan Dengbêj Emerê Entaxî û ji Batmanê Dengbêj Salihê Qubînî bi kilam û dengbêjiya xwe reng û coşeke taybet dan bernameyê.

Pîrozbahiya 10-salîya BAN’ê bi şahî, stran û helbestên Kerem Tekoglu bi dawî bû.

Van jî bibîne

 

Nivîskara Kurd Yildiz Çakar, Dê 21’ê Hezîranê li Munîhê Tevlî Çalakiya “Wir… Weiter” Bibe
Li Kolnê Coşa Festîvala Yekîtî û Pişgirtinê

Nûçeyên Sereke