NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Piştî ku Kemal Kiliçdaroglu bi biryara dadgehê cardan bû Serokê Giştî yê CHP’yê, di nav partiyê de krîzeke nû derket. Ji bo ku partî biçe kurultaya awarte, 28 endamên Meclîsa Partiyê (PM) ku parlamenter jî di nav wan de ne, ji wezifeyên xwe îstifa kirin.
Li gorî nûçeyan, rêveberiya Kemal Kiliçdaroglu ya ku bi biryara dadgehê ya “bûtlana mûtleq” vegeriyabû ser wezifeyê, biryara îxrackirina 9 parlamenteran da. Li ser vê yekê, tîmê serokê hilbijartî yê CHP’yê Ozgur Ozel tevgeriya û biryar da ku di nav 45 rojan de partiyê bibe kurultaya awarte. Ji 57 endamên PM’ê yên ku bi biryara dadgehê vegeriyabûn wezifeyê, 28 endamên nêzî Ozgur Ozel dest ji wezifeya xwe berda.
Rêveberiya Partiyê û MYK Ketin
Tîmê Ozgur Ozel têkildarî mijarê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku bi van îstifayan re, li gorî Xala 24/3an a Rêznameya Partiyê, hem Meclîsa Partiyê (PM) hem jî Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ku ji nav PM’ê tê hilbijartin, bi fermî ketine.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser tüzûka partiyê û hat gotin:
“Li gorî Rêznameya CHP’yê, heke hejmara endamên Meclîsa Partiyê ji sê parên du parên (2/3) hejmara giştî (ango ji 40 kesî) kêmtir bibe, di nav 45 rojan de çûyîna kurultayê neçarî ye. Ji ber ku piştî gazîkirina hemû endamên cîgir jî hejmar dakeve binê vê astê, Serokê Giştî neçar e ku di nav 45 rojan de ji bo hilbijartina PM’ê kurultayê vexwîne civînê.”
Bi vê biryara îstifayê re, li CHP’yê pêvajoya kurultaya awarte bi fermî dest pê kir.










