🔴 Belê di rojeve cîhanê de vîrûseke nû heye. Ew jî vîrûsa Ebolayê. Vîrûsa Ebolayê belav dibe û hejmara miriyan zêdetir dibe. Wezîrê Tenduristiyê yê Komara Demokratîk a Kongoyê ragihand ku 131 kesan ji ber vîrûsa Ebolayê jiyana xwe ji dest dan.
Wezîrê Tenduristiyê yê Komara Demokratîk a Kongoyê, Samuel Roger Kamba diyar kir ku heta niha li welat nêzî 131 kes ji ber vîrûsa Ebolayê mirine û 513 nexweşên bi guman jî hatine tespîtkirin.
Rêveberê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê Tedros Adhanom Ghebreyesus destnîşan kir ku ew ji ber ast û leza belavbûna vîrûsê li Kongoyê “gelekî bi fikar in”.
Tedros rave kir ku komîteya awarte ya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ji bo pêşniyarkirina tedbîrên demkî civiya.
Her wiha Rêxistinê roja yekşemê jî ragihand ku belavbûna vîrûsa Ebolayê rewşeke awarte ya tenduristiya giştî ya navneteweyî çêkirîye.
Li Afrîkayê vîrûsa Ebola bû sedema mirina zêdetirî 15 hezar kesî
Vîrûsa Ebolayê ku şewbeke zû belav dibe, di nava 50 salên dawî de li Efrîkayê bû sedema mirina zêdetirî 15 hezar kesî.
Berdevkê Hikûmeta Komara Demokratîk a Kongoyê eşkere kir ku li hin herêman vîrûs bi sînor maye.
Berdevkê Hikûmeta Kongoyê zêde kir ku li Ugandayê jî 2 nexweşiyên ku nehatine piştrastkirin derketine û mirinek jî çêbûye.
Tê gotin ku vîrûsa Ebolayê li eyaleta Ituri derketiye holê ku sînorê wê bi Uganda û Sûdana Başûr re jî heye.
/Çawkani: nucetv/










