Serokwezîrê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya Serokê Partiya Pêşerojê (Gelecek Partisi) û Serokwezîrê berê yê Tirkiyê, Ehmed Davutoglu kir.
Di hevdîtinê de, guherîn û geşedanên herî dawî yên der barê rewşa giştî ya Îraq û navçeyê de hatin nirxandin.
Li gorî zanyariyan, her du aliyan tekezî li ser girîngiya xurtkirina peywendiyên dualî û bipêşxistina hevkarî û hevahengiya di navbera Başûrê Kurdistanê û Tirkiyê de kirin.
Ehmed Davutoglu berî çend rojan li parêzgeha Silêmaniyê jî rêzehevdîtin pêk anîbûn.
Di çarçoveya wê serdanê de, Serokê Partiya Pêşerojê li gel berpirs û serkirdeyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) civiyabû.
Di wan hevdîtinan de jî mijarên siyasî û aborî yên di navbera her du aliyan de û girîngiya diyalogê ji bo çareserkirina pirsgirêkên herêmî, hatibûn gotûbêjkirin.
/nucetv.net/










