10’emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê li dar dikeve

Uncategorized

AMED (Nûpel) – Gerînendetiya Çand û Xizmetên Civakî ya şaredariya Peyasê û Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn (OSAD) bi hev re 10’emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê li dar dixe.

Bi mûnasebeta 10’emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê ku bi dirûşma “Em li vir in! Nobedarên dara gûzê ne”, Gerînendetiya Çand û Xizmetên Civakî ya şaredariya Peyasê û Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn (OSAD), li Mala Kevirîn ya Parka 75an derbarê festîvalê, daxuyaniya Çapemeniyê û Resepsîyona 10’emîn ya Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê civînekê organîze dike. Derbarê festîval û civînê de berpirs û rayedaran wiha gotin:

“Di dehemîn Festîvala me ya ku li ser şopa heqîqetê, bîreke zindî diafirîne û şahidiya jiyanê diteyisîne ser perdeya spî de, em careke din tên gel hev. Em bi pêşkeşkirina 10’emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê ya ku em bi hevkariya Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn (OSAD) li dar dixin, kêfxweş û bi kelecan in.

Em hemû gelê xwe vedixwînin daxuyaniya çapemeniyê û resepsiyona festîvala me ya ku em ê li ber deng û muzîka Sarya û Welat pêk bînin.”

Daxuyaniya çapemeniyê û resepsiyona festîvala di 11’ê Pûşpera 2026’an de, roja Pêncşemê seat: 19.00an, Mala Kevirîn ya Parka 75an (Li rex Pirtûkxaneya Berhemên Jinan) ya li Peyasê tê lidar xistin.

 

Van jî bibîne

 

Bulent Tekin: Ji Serokatiya Windakirî Ber Bi ‘Paqijbûna’ Siyasî Ve
Ji 82 Navdarên Xwediyên Xelata Nobelê Banga ‘Mafê Hêviyê’ ji bo Konseya Ewropayê

Nûçeyên Sereke