Komên çekdar ên li Iraqê gefan li Îsraîlê dixwin

Uncategorized

NÛPEL – Emîndarê Giştî yê Ketîbeyên Seyidûlşuhedayê behsa amadekariyên şer dike, gefan li Îsraîlê dixwe û piştevaniya xwe ya ji bo Îranê dubare dike.

Îran û Îsraîlê şeva borî careke din êrişî hev kirin. Li gorî daxuyaniyên Îranê agirbest bi dawî bûye û rageşiya li herêmê berdewam dike. Bi hinceta ku Îsraîl êrişî Lubnanê dike, şeva borî Îranê dest bi êrişan kir.

Emîndarê Giştî yê Ketîbeyên Seyidûlşuhedayê Ebû Ela El-Welaî derbarê mijarê de helwesta xwe ragihand.

Ebû Ela El-Welaî li ser hesabê xwe yê tora civakî X (Twitter) behsa amadekariyên şer kir, gef li Îsraîlê xwarin û piştevaniya xwe ya ji bo Îranê diyar kir.

Her wiha Ketîbeyên Hizbullahê yên Iraqê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku ger Amerîka destwerdanê li dijî vê rûbirûbûnê bike, wê bingeh û berjewendiyên wê yên li Iraq û herêmê bibin armanc.

Gefên komên çekdar ên Iraqê di demekê de ne ku hikûmeta Bexdayê hewl dide hemû komên çekdar ên li welat bêçek bike.

Van jî bibîne

 

Seyranek ji bo xwendekaran hat organîzekirin
Îsraîlê li Îranê Gelek Bajar Bombebaran Kirin: Li Tehran û Îsfehanê Teqînên Mezin

Nûçeyên Sereke