NÛPEL – Berdevka Komîteya Koçberên Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand ku navên nêzîkî 14 hezar malbatên ku dixwazin vegerin hatine tomarkirin û radestî hikûmeta Sûriyeyê hatine kirin.
Berdevka Komîteya Koçberên Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê Zehra Semoyê diyar kir ku komîteyê amareke hûrgilî li ser koçberên wê deverê amade kiriye.
Di vê çarçoveyê de, navên nêzîkî 14 hezar malbatên ku dixwazin vegerin Serê Kaniyê hatine tomarkirin.
Zehra Semoyê destnîşan kir ku ev lîste radestî hemû aliyên têkildar ên dosyeya vegerê û hikûmeta Sûriyeyê hatiye kirin û got:
“Ev gav ji bo birêxistinkirina pêvajoya vegerê û parastina mafên koçberan hatiye avêtin.”
Semoyê her wiha teqez kir ku piştî bidawîbûna vegera koçberên Efrînê, dê vegera koçberên Serê Kaniyê jî dest pê bike.
Xebatên ji bo vegera ewle didomin
Zehra Semoyê ji Rûdawê re eşkere kir ku ew di asta yasayî û mirovî de xebatên xwe didomînin daku vegereke ewle û birûmet ji bo koçberan dabîn bikin.
Wê amaje bi wê yekê kir ku hinek rêkarên têkildarî garantiyên ewlehiyê û amadehiyên vegerê hîn di qonaxa şopandinê de ne û niha kar li ser temamkirina gavan tê kirin daku koma yekem a koçberan vegere cih û warê xwe.
Zehra Semoyê anî ziman ku civînên wan ên bi şandeya Serokkomariya Sûriyeyê re, ku ji bo bicihanîna peymana di navbera Şam û HSDyê de hatiye avakirin, dê berdewam bikin.
Berdevka komîteyê her wiha ragihand ku hîn 350 malbatên ji taxa Xiwêran a Hesekê (Hisîçayê) û hejmarek malbatên ji Dêrezor, Hema û Himsê li Serê Kaniyê ne û divê ew jî vegerin cihên xwe.
Çavkanî: Rûdaw









