NÛPEL – Pênûsa ku pira navbera pêşeroj û paşerojê ava dike: Krîstîn Ozbey behsa cîhana xwe ya ramanî, hunera nivîsandinê ya di navbera du zimanan de û barê giran ê jina kurd dike.
Pirs: Di navbera pirtûka te ya pêşîn û ya dawîn de, tu guherîneke çawa di şêwaz û cîhana xwe ya ramanî de dibînî? Nivîskariya Krîstîn Ozbey di nav demê de gihîştiye kîjan qonaxê?
Krîstîn Ozbey: Di navbera pirtûka min a pêşî û paşî de gelek guhertin çêbûne. Di navberê de gelek sal derbas bûn; hinek ji wan di demên şer de, hinek jî di demên aştiyê de hatine nivîsandin. Dema min pirtûka yekem dinivîsand, ez hê nebûbûm dayik, lê niha ez dayik im. Ji ber vê yekê, niha zêdetir bi çavên dayikekê dinivîsim. Bajarên ku ez lê jiyam guherîn û helbet ev yek li ser nivîsa min jî bandor dike. Di nav vê pêvajoyê de qonaxa min a nivîsandinê kemilî. Ez bawer dikim ku ev kemilandin dê heta hetayê bidome.
Pirs: Tu hem bi kurdî (“Keştiya Tijî Xem”, “Şevdank”, “Sorxêlî”) hem jî bi tirkî (“Sağanak Yalnızlık”) dinivîsî. Derbaskirina di navbera du zimanan de bandoreke çawa li hest û herikîna pênûsa te dike? Gelo hin hest hene ku tu tenê dikarî bi kurdî an jî tenê bi tirkî bînî ziman?
Krîstîn Ozbey: Nivîsandina di navbera du zimanan de dişibe axaftina du mirovên ji hev cuda; mirov dikare wisa pênase bike. Hestên ku min wextê bi Tirkî nivîsane, niha gava ez vedigerim û lê dinêrim ji min re xerîb tên. Çimkî niha meyla min zêdetir li ser Kurdî ye. Ez bi kurdî çêtir dikarim hestên xwe bihonim; mîna hestiyariya li hemberî diya xwe, gelê xwe û welatê xwe… Ez van hestan bi kurdî hûnandî dikim.
Pirs: Ji bo “Keştiya Tijî Xem”: Metafora “keştiyê” û “xemê” di vê pirtûkê de balê dikşîne. Ev keştî ber bi ku ve diçe? Di jiyana te ya kesane an jî civakî de, vê keştiyê herî zêde barê çi hildaye?
Krîstîn Ozbey: Barê Keştiya Tijî Xem, barê her jineke ku di jiyanê de dikişîne ye. Ev bar kengî tê hildan, çawa tê hildan û kengî mirov vî barî li ser milên xwe hîs dike… Di cîhanê de barê herî bi xem, barê jina Kurd e. Di vê berhemê de wateya xemê, rasterast xema jina Kurd e.
Pirs: Ji bo “Sağanak Yalnızlık” (Tenêtiya Tavî): Navê pirtûkê tenêtiyeke dijwar û ji nişkê ve tîne bîra mirov. Di serdema modern a îro de ku mirov her hûrdem bi serhêl in, tu vê “tenêtiya tavî” çawa pênase dikî?
Krîstîn Ozbey: Sağanak Yalnızlık, weke tenêtiyeke ku mîna barana gujanî (tavî) dibare ye. Her kêliya te bi tenêtiyê tije ye. Baran bi ser te de, bi ser hestên te de û bi ser cîhana te de dibare; lewre min vî navî lê kir. Mirov îro jî bi tenê ne. Her çiqas bi her derî de biçin û bên, bi sedan mirov li dorên wan hebin jî, tenêtiyeke navxweyî heye ku xwe li mirovan pêçaye. Di vê berhemê de min xwest ez van hestan binivîsim.
Pirs: Ji bo “Şevdank”: Şev û rûniştinên şevê di wêjeya kurdî de xwedî cihekî girîng in. Şevdank ji bo te rûerdê kîjan hest û bîranînan e?
Krîstîn Ozbey: Şevdank, rûerdê hestên min ên yekem ên helbestî ne. Şev ji bo min – weke min li pişt berga pirtûkê jî nivîsandiye – werîsê reş e ku xwe li şevê pêçaye. Di şevê de kes li dora me tune ye; di şevê de hestên herî rijî û xwerû yên ku tu nikarî ji tu kesî re bêjî, xwe didin der. Di Şevdankê de min zêdetir van hestan di qalibê helbestê de anîn ziman.
Pirs: Ji bo “Sorxêlî”: Sorxêlî wekî berhemeke ku bêhna çand û raboriyê jê tê xuya dike. Di afirandina vê pirtûkê de motîfên çandî û folklorîk çi qas bandor li te kirin?
Krîstîn Ozbey: Sorxêlî, mijarê weke kevneşopiyekê, weke urf û adetan digire dest. Dema keçên ciwan dizewicin, xêliyê davêjin ser serê wan. Yan jî dema kesekî bê miraz bimire, darbesta wî yan jî kevirê li ser gora wî bi xêliyê tê xemilandin. Destê wan hinekî bi hine dikin, ji ber ku bi miradê xwe şa nebûne. Yanî di hişê xwe de, weke ku bi miradê xwe şa bibin, dilê xwe safî dikin. Lewre min xwest ez Sorxêlî bikim semboleke taybet di nav cîhana wêjeyê de.
Pirs: Di pirtûkên te de hestên wekî xem, tenêtî û melankoliyê pir xurt in. Gelo ev hest ji bo te çavkaniyeke îlhamê ne, an nivîsandin ji bo te rêyeke rizgariya ji van hestan e?
Krîstîn Ozbey: Di berhemên min de xem û xembarî gelekî derdikevin pêş. Lê weke nivîskarekê ku bi salan e bi mîzahê re jî eleqedar dibe, min di sîtkomê (komediya rewşê) de senaryo jî nivîsandine. Di warê çîrokan de, min hê biryara çîrokên mîzahî nedaye û min neceribandiye jî. Hestên min ên ku heta niha hatine çapkirin hinekî xembar in. Ez dixwazim bi awayekî hestên min bibe cureyekî edebiyatê ku derkeve pêş. Çîrok û helbest regezên min ên sereke ne.
Pirs: Krîstîn Ozbey dema ku dinivîse, dixwaze herî zêde dest bide kîjan birîna xwînerên xwe? Tu dixwazî çi di dilê wan de bihêlî?
Krîstîn Ozbey: Dema ez dinivîsim, ez dixwazim herî zêde dest bidim sê birînên sereke:
1. Birîna Jinbûnê
2. Birîna Kurdbûnê
3. Birîna Bêwelatiyê
Pirs: Di navbera pênûsa te û xwezayê de çi têkilî hene? Heger tu jiyana xwe bi rengekî pênase bikî ew reng dê çi be?
Krîstîn Ozbey: Pênûsa min ji xwezayê dizê; bi rengê xwezayê çîrok û helbestên min tên hûnandin. Di nivîsên min ên mîzahî de jî xweza derdikeve pêş. Di destpêkê de min erdnigariya welatê xwe wekî esas girtiye û dest pê kiriye. Xweza ji bo pênûsa min hêmayek û feyzeke gelekî girîng e.
Heger ez jiyana xwe bi rengekî pênase bikim, ez dikarim bibêjim Kesk. Ji ber ku kesk rengê şînahiyê ye û di nav xwe de gelek rengan dihewîne. Di heman demê de, di rengê ala Kurdistanê de jî rengê sereke ye. Helbet li hemberî rengê kesk reşahiyek jî heye; ev reşahî di nav hestên min de jî carinan xwe dide der.
Pirs: Heger tu jiyana xwe tenê bi gotineke pênase bikî, ev gotin dê kîjan be?
Krîstîn Ozbey: Bi peyveke tenê ez dikarim bibêjim: Jêr û Jor. Ji ber ku di navbera jêr û jor de her cûre hêsanî û zehmetî hene. Çawa ku mirov ji jor ber bi jêr ve binêre seyranekê dibîne, ji jêr ber bi jor ve jî heybetiyek tê dîtin. Jiyan carinan weke kaşkirinê, carinan bi hilkişînê û zîkzakan e; tu carî nasekine. Ev jî ji min re weke muhasebeyeke ecêb tê. Di jiyana her kesî de jêr û jor heye, tu kes di asteke tenê de namîne. Sebeba vê jî hemû jiyan e, hemû Kurdbûn e, hemû emrê mirov e.
Pirs: Ji bo balkişandina ser ziman û wêjeyê, divê sazî, dezgeh û nivîskar çi hewldanan bikin?
Krîstîn Ozbey: Divê em hewl bidin ku bi awayekî baştir û xweştir binivîsin. Heger em wisa nekin, em ê di nav rûpelên dîrok û wêjeyê de wenda bibin. Ji bo em mayînde bin Civakê re û ji nivşên piştî xwe re tiştekî bihêlin, divê em ji bo tiştên çêtir têbikoşin.
Em divê xwe wekî pireyekê bibînin. Çawa ku di navbera me û Meleyê Cizîrî, Ehmedê Xanî û Rojen Barnas de pireyek hebe, pêwist e em jî pireyeke zexm bin da ku nivşên piştî me di ser vê pireyê de bi hêsanî derbas bibin. Divê em kampanyayekê bidin destpêkirin ku Kurdî bê xwendin. Ji bo vê jî, pêşî divê axaftin di nav civakê de hebe. Dema axaftina ziman tune be, nivîsandin û xwendina wî jî bi pêş nakeve. Ev yek dîsîplînekê dixwaze. Axaftina bi kurdî êdî bûye weke dîsîplînekê. Mirov dikare bikeve nava gel û têkiliyên ziman xurt bike. Sazî û dezgehên me li aliyekî, lê hewce ye gel jî piçekî serê xwe biêşîne. Ji bo zimanê xwe serêşandin jî êşeke pîroz e.
“Lê mixabin di vê warî de hêviyên min zêde ne erênî ne. Ez jî weke her nivîskarekî kurd, di vê mijarê de hinekî reşbîn im.”
Pirs: Di serê te de plan an jî projeyeke nû ya pirtûkê heye? Xwînerên te dikarin li benda çi bin?
Krîstîn Ozbey: Xwînerên min zêdetir li benda mîzahê ne, yan jî li benda çêkirina bernameyekê ne. Êdî ka çi li pêşiya me ye ez nizanim, niha nikarim soza tiştekî bidim.
Pirs: Herî dawî gotineke we heye?
Krîstîn Ozbey: Ez spasiya Nûpel TV dikim. Hûn karekî pîroz dikin. Bi rêya çapemeniyê em jî derfetê dibînin ku behsa xebatên xwe bikin. Serkeftin ji bo we.











