NÛPEL – Di demekê de ku ji bo “Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê di Sedsala Duyemîn de” ya ku dê li Stenbolê were lidarxistin kêm dem maye, rewşenbiran banga “komara demokratîk ji bo me hemûyan pêwîst e, hêza me ya guhertinê heye” kirin.
Di van rojên ku çareseriya pirsgrêka Kurd û demokratîkbûna welat tê nîqaşkirin de, dê li Stenbolê konferanseke girîng pêk were. Însiyatîfeke sîvîl a ku ji 29 rewşenbiran pêk tê, di 21’ê Gulanê de ku tê de biryara betalkirina mutleq (mutlak butlan) a li ser CHP’ê hatibû dayîn, pêvajoya “demokrasî ji bo me hemûyan” û “tû jî tevli bibe” da destpêkirin. Di vê çarçoveyê de dê di 13-14’ê Hezîranê de li Stenbolê “Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê di Sedsala Duyemîn de” were lidarxistin.
Konferansa du rojî dê gelek navên ji qadên siyaset, huner, akademî û civaka sîvîl bîne cem hev. Ji çareseriya pirsgrêka Kurd bigire heta aştiya civakî û demokratîkbûnê, dê gelek mijar werin nirxandin.
Nezahat Doğan a ji rojnameya Yeni Yaşamê, armanc û bendewariyên bangewazên konferansê ji wan pirsî. Bersivên ku bangewazan dan pirsa “Veguherîna demokratîk a komarê çima pêwîst e?” wiha ne:
AHMET TURK
Bi salan e em ji bo pêşerojeke demokratîk û ji bo ku gelê me li ser nirxên hevpar bigihîje hev, hewldanê didin. Îro em dibînin ku gelek kesayet, mirovên xwedî nasname û çandên cuda xwedî li vê pêvajoyê derdikevin. Ev geşedaneke girîng e. Geşedaneke, pêngaveke ku Kurdan ji polîtîkaya tenêhiştinê rizgar dike. Em di vê welatî de ji bo pêşerojeke demokratîk, ji bo komareke demokratîk hewldanê didin. Ji bo dabînkirina vê, hewldanên ku ji aliyê her kesî ve werin nîşandan pir hêja ne. Ez bawer dikim ku em ê vê pêvajoyê bi awayekî rast, bi destên hev girtinê bimeşînin, ji bo serkeftina wê hewl bidin û em ê bigihîjin aştiyê.
ALÎ BAYRAMOGLU
Ji gelek aliyan ve guhertina demokratîk a komarê girîng e. Mercên ku em tê de ne, kêmasiyeke mezin a demokrasiyê nîşanî me didin. Parçekirina vê civakê, rûbirûbûna neheqiyan, îflasa edalet û polîtîkaya wê dibe sedema gelek pirsgrêkan. Komara me ya avakirî komareke hêja ye, lê tu carî demokratîk nebû. Her wiha mijarên bingehîn ên pirsgrêka Kurd, pênaseya hemwelatîbûnê, rêveberiyên herêmî û hwd. qet nayên nîqaşkirin. Nîqaşkirina van û nîşandana girêdana di navbera demokrasî û pirsgrêka Kurd de jî ji vê aliyê ve girîng e.
AKIN BîRDAL
Em wekî canên ji nasname, bawerî û çandên cuda, bi heman miradî hatin cem hev… Ji bo ku em li ser bingeha wekhevî û azadiyê, di Tirkiyeyeke aştîxwaz de bi hev re bijîn. Mercên bi hev re jiyanê dê bi demokratîkbûn û aştiyê pêkan bibe. Ji bo ku em piştgiriyê bidin avakirina Tirkiyeyeke demokratîk, azad û aştîxwaz, divê em bêtir xwedî li guhertina demokratîk a komarê derkevin.
AYŞEGUL DEVECÎOGLU
Komara ku em sedsaleke tê de dijîn, wekî pergala rêbazan a ku jiyana me saz dike hatiye avakirin û bi vê rewşa xwe ve ne tenê kesên ji etnîsîte û dînên cuda, di heman demê de bi avahiya xwe ya heyî ve çînan û bindestan jî li derve dihêle. Ji bo ku ev welat di sedsala pêş de bi rûmet bijî; ji bo ku wekhev, azad, bêyî ku xwezaya wî were tunekirin, bêyî ku rûbirûyê karesatên ekolojîk bibe, di nav refahê de û bi dabeşkirineke adil a dahatê bijî, divê em avahiya heyî nîqaş bikin; ne tenê nîqaş bikin, her wiha divê em wê veguherînin jî.
ÇÎLEM KUÇUKKELEŞ
Ezmûneke komarê ya sedsalî heye û ev komar mixabin nekarî bibe komara me hemûyan. Hatta sedsala ku li pey xwe hişt, sedsaleke bi êş û bi xwîn bû. Heke ev jiyan tiştekî weha ye ku bandorê li me hemûyan dike û jiyana me diyar dike; divê ev mijar ne tenê wekî mijara meclîs û hiqûqê, ne tenê mijara siyaset û partiyên siyasî, tam wekî mijareke civakî were destgirtin û veguherandin. Niha divê civak biaxive û sedsala nû divê civak pênase bike.
DÎBA KESKÎN
Veguherîna demokratîk a komarê ji bo me elzem (pêwîstiyeke jiyanî) e. Wekî jinekê, wekî dîndarekê, wekî Kurdekê, ji bo ku bêyî ku werim xerîbkirin di nav nirxên mirovahiyê de bijîm, di hiqûqa hevpar û nirxên mirovahiyê yên hevpar de bigihîjim hev, ev girîng e. Bêyî ku mirov were xerîbkirin, bêyî ku were tunekirin; ji ber xwe, zimanê xwe, hebûn û baweriya xwe neyê şermezarkirin… Ji bo ku em karibin vê mijara ku em bi hestên xwe yên jidil nêzî wê dibin ji aliyê din re vebêjin, wan bidin bawerkin û nîşan bidin ku bêyî wan em nikarin bi ser bikevin, ev konferans pir girîng e.
DOGU ERGÎL
Bi destûra bingehîn a damezrîner a komarê re, avakirina neteweyeke nû û xêzkirina çarçoveyeke qanûnî ya li gorî wê hatibû armanckirin. Sînorên bingehîn ên destûra serdema yekem di şeş tîran (altı ok) de hatibûn diyarkirin. Li wir demokrasî tunebû û vê yekê rê li ber gelek pirsgrêkan vekir. Gelek komên ku ev welat wekî welatê xwe qebûl kiribûn, li vir cih ji xwe re nedîtin. Di qebûlkirina nasnameya xwe de rûbirûyê zehmetiyan bûn. Qanûn ewqas nehatin nermkirin û demokratîkirin ku wan bigirin nav xwe. Û her weha her tim feraseta otoriter a mîna rêveberiya navendî serdest bû. Niha êdî divê ev biguhere. Êdî derket holê ku divê ev komar demokratîk bibe. Hêza me hemûyan heye ku em vê biguherînin.
ENDER ÎMREK
Dema ku mirov li paş xwe dinêre û li dîroka komarê ya sedsalî dinêre, mirov dikare bersiva çima pêwîst e bide. Di rejimên ku gel, bawerî, çand û ked tê de rû bi rû nabin û tên tepisandin de; komareke demokratîk a ku ji bo bawerî, ziman û çandan pêwîst e, şert e. Komareke demokratîk a ku tê de Kurd, Tirk, Laz, Çerkes wekî gelan wekhev bin; Elewî, Sûnî, Mesîhî pê re xwedî baweriyên wekhev û azad bi hev re bijîn, ji bo me hemûyan pêwîst e. Çimkî di hevîrtirşê vê axê de ev heye.
ERDOGAN AYDIN
Veguherîna demokratîk a Komarê, berî her tiştî tê wateya rizgarbûna Tirkiyeyê ji kevneşopiya rêveberiya rewşa awarte (OHAL)… Di vê çarçoveyê de, demokratîkbûna Komarê tê wateya ku Tirkiye bibe komareke rastî, anku civak bibe diyarker û dewlet bibe sazkar. Halbuki komara heyî, her çend veguherîneke modern temsîl bike jî, di desthilatdariya serdestan a ji bo birêvebirina civakê de tu guhertin neaniye. Veguherîna demokratîk a Komarê, tê wateya ku jiyana me ya civakî jî di warê avahî de biguhere… Anku di serî de karker û bindest, gel bigihîje mafên xwe, sîstema kapîtalîst a kedxwariyê, neheqî, qanûnsizî û asîmîlasyon werin pûçkirin, û rêveber neçarî edaletê werin kirin…
FADIL BEDÎRHANOGLU
Li cihên ku demokrasî lê tune be, an rejimên totalîter hene an jî rejimên cuda hene. Ev rejimên zilmê ne û bi zilmê li ser piyan dimînin. Demokrasî jî rêyeke ji bo bidawîbûna van zilman û ji bo ku mirov bi hev re bijî. Demeke dirêj e pêvajoyek hat destpêkirin lê bi gavên yekalî tê meşandin. Heke em dibêjin “ez demokrat im”, piştgirîkirina pêşveçûna wê erka me hemûyan e. Heke hestiyariyeke civakê tune be, kesên ku desthilatdariyê di destê xwe de digirin dê wê paşguh bikin, nebînin û bi rêbazên taloqkirinê li pey xwe bihêlin. Ji ber wê yekê, ev konferans ji bo nîqaşkirina pirsgrêkan û ji bo kişandina raya giştî li ser zemîneke rast a nîqaşê pir girîng e.
FATMA BOSTAN UNSAL
Tirkiye di sedsala borî de mixabin bi gelek pirsgrêkan re jiya. Yek ji wan jî pirsgrêka bi Îslamiyan re bû ku ez bixwe jî rasterast bûm mexdûra wê û ji derveyî hiqûqê mabû. Jinên bi serpûş (hecab) ji qadên perwerde, kar û siyasetê hatin derxistin. Di vê mijarê de niha hinek gav hatine avêtin lê pirsgrêkeke me ya girantir heye: Pirsgrêka Kurd… Ji ber ku ev mijar nehate çareserkirin, me bi hezaran mirovên xwe winda kirin, bû sedema zirarên aborî yên bi trîlyonan dolaran. Ji ber ku nehate çareserkirin, ji dewleta hiqûqê hat derketin. Cînayetên kiryarên wan nediyar, rastiyên ku Dayikên Şemiyê her hefte bi bîr tînin, şewitandina gundan, em girtîgehên Amedê bi êş bi bîr tînin. Niha em di qonaxeke çareseriyê de ne. Berpirsiyariya afirandina zemînekê ku em karibin pirsgrêkê bi hev re çareser bikin jî li ser milê me hemûyan e.
FERHAT KENTEL
Em sedsaleke li ser vê axê kevneşopiyeke dewletê dijîn. Helbet vê kevneşopiya dewletê pêşveçûnek, guhertinek tomar kir, lê ev ji bo her kesî di heman astê de pêknehat. Di vê serpêhatiya sedsalî de gelek pirsgrêk hatin jiyîn, gelek mirov bûn mexdûr. Êdî divê mirov ji vê berdewamiyê derkeve. Ev tiştê ku em jê re dibêjin komar, em jê ewle ne, yê xwedî çar serî, yê xwedî prensîbên kêm-zêde heyî, êdî divê em wî demokratîk bikin. Çimkî ev der welatê mirovên weha ye ku rûbera wan a mezin pêwîstî bi başbûnê heye.
GULTAN KIŞANAK
Wekî mirovên ku difikirin bêyî gavên ku dê di qada demokratîkbûnê de werin avêtin ne gengaz e ku pirsgrêkên avahî û pirsgrêkên rojane yên vê welatî werin çareserkirin, em li vir in. Bi vê konferansê re, em kesên ku ji pencereyên cuda yên jiyanê li derve dinêrin û beşên cuda tînin cem hev, vedixwînin ku li ser eksena demokratîkbûna hevpar rêyeke hevpar vekin. Divê em li ser çi baş e û em ê çawa vê rêyê bimeşînin jî biaxivîn.
ÎHSAN ELÎAÇIK
Tirkiye welatê me hemûyan e. Tirk, Kurd, Elewî, Sûnî; dewlemend, feqîr; jin, mêr; her kes. 86 mîlyon mirov li ser vê axê dijîn. Û sed sal in ku pergala komarê hatiye avakirin. Di sedsala 2’yemîn de veguherîna demokratîk a komarê ji bo nîqaşkirin û çareserkirina van pirsgrêkan bi hev re girîng e. Çimkî hîn jî pirsgrêkên ku li bendê ne hene. Tacekarkirina komarê bi demokrasiyê re, çareserkirina pirsgrêka Kurd, birêvebirina mijara laîktî û dîn, çareserkirina rewşa aborî, kurahiya di navbera dewlemend û feqîran de û çareserkirina pirsgrêkên ku di navbera beşên cuda de berdewam dikin, ji bo veguherîna demokratîk fersendek e ji bo me.
KUBAN KUBAT
Veguherîna demokratîk a komarê ne tenê erka siyasetmedaran e, di heman demê de erka civakê û beşên civakî ye jî. Heke em nekaribin vê pêk bînin, îhtîmaleke mezin heye ku em sedsaleke din jî bi pirsgrêkên weha re, bi kêşeyên weha re rûbirû bînin. Her wiha, riya dewlemendbûna me ya çandî û siyasî, vebûna pêşiya me, û bi rastî azad û serbixwebûna me di demokratîkirina komarê re derbas dibe. Û di pêşiya vê de astengiyên pir giran hene. Lê ez bawer dikim ku beşên civakî xwedî wê hêzê ne ku van astengiyan derbas bikin, em dikarin bi hev re bikin.
LEVENT KOKER
Ne gengaz e ku em bibêjin ev dewleta ku Komara Tirkiyeyê ye demokratîk e. Hebûna jiyana siyasî ya pirpartiyî û lidarixstina hilbijartinan di hinek serdeman de ji şertên demokrasiyê ne, lê ji bo hebûna demokrasiyê ne bes in. Dîroka Tirkiyeyê, dîroka gelek partiyên siyasî ye ku di serdemên derbeyên leşkerî de an jî bi destê organên darizandinê hatine girtin. Li ser vê yekê, Komara Tirkiyeyê xwedî avahiyeke pir navendîparêz e ku tê de desthilatdariyên navendî yên ku hilbijêr dikarin di nav fersendên bi sînor de diyar bikin bihêz in, lê berevajî vê, rêveberiyên herêmî û cîhî (yerinden yönetim) ku gel dikare rasterast û bi awayekî bi bandor mudaxele bike û rêve bibe, girêdayî navendê ne. Veguherîna Demokratîk a Komarê, li Tirkiyeyê ku zêdetirî sedsalê ye nekarîye kêmasî û qelsiyên xwe yên di warê demokrasiyê de çareser bike, lêgerîna avabûneke siyasî ya kûr û nû tîne ziman.
MEHMET BEKAROGLU
Mîna masiya gêrîk (mêşhingiv/gêrîk – karınca misali), em bi israr ji bo demokrasiyeke çêtir, demokrasiyeke pêşketî, ji bo avakirina aştiya li welat û aştiya li herêmê, ji bo pêşveçûna maf û azadiyên her kesî û ji bo misogerkirina wan têkoşîna xwe berdewam dikin. Hinekî mîna masiya gêrîk, em her carê hewl didin hinekî din ber bi pêş ve biçin. Hêvî dikim ku em ê vê carê bi ser bikevin.
MESUT YEGEN
Pêvajoyeke çareseriyê ya ku dimeşe heye. Lê ev pêvajo bi tenê ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê ne bes e, lê dikare bibe gava yekem a çareserkirina pirsgrêkên mezin ên demokrasiyê yên Tirkiyeyê. Tirkiye hema bêje tu carî nêzîkbûna komareke demokratîk nîşan neda, dem bi dem demên ku nêzîk bû hebûn, lê bi taybetî di 10 salên dawî de em pir jê dûr ketine. Êdî divê em vegerin ser demokrasiyê. Di vê aliyê de daxwazeke civakî ya pir bihêz jî heye. Wisa xuya dike ku ev dikare bibe wesîleya pêvajoya çareseriyê.
NURAY TURKMEN
Di vê erdnîgariyê de gelek pirsgrêk hene û divê ev pirsgrêk werin çareserkirin. Ji ber ku bi serê xwe nîşandana vîna çareseriyê girîng e, demokratîkbûna komarê jî girîng e. Heke em li ser vê axê dijîn û em bûn her weha bûn kiryarê (özne) wê, em dibêjin em ji bo vê amade ne. Li cîhanê hemûyê ku desthilatdarî û sermaye bihêz dibe, hegemonyayê zêde dibe, li vir jî ku desthilatdarî bihêz dibe, em vê yekê qebûl nakin û em dibêjin ev divê demokratîk bibe. Wekî berpirsiyarî û her weha wekî şert, wekî rewşenbîr û akademisyen em banga demokratîkbûnê dikin.
PAKRAT ESTUKYAN
Em welatekî bêçek û bêşer dixwazin. Pêwîstiya me bi welatekî heye ku em karibin guh bidin hev û pirsgrêkên xwe biaxivin. Ev welat tenê di mercên demokrasiyê de, di mercên ku azadiya xweîfadekirinê lê derbasdar e dikare pêkan bibe. Divê em komara xwe demokratîk bikin û misoger bikin ku raman bi serbestî werin ziman. Ji bo ku em karibin vê bikin jî, divê em li her platformê zemînan biafirin ku em hemû tê de biaxivin. Ji ber ku ev konferans tam qada ku em ê tê de nîqaş bikin ka em dikarin çi û çawa bikin, pir girîng e.
RIZA TURMEN
Ev konferansa ku di serdemeke ku demokrasî hatiye rakirin de tê lidarxistin; li bersiva pirsên mîna “Komareke nû, demokratîk, wekhevparêz û azadîxwaz çawa tê avakirin? Di vê çarçoveyê de pirsgrêka Kurd çawa tê çareserkirin?” digere… Girîngiyeke din a vê konferansê jî ew e ku ji rabirdûyê were, şaşiyan bibîne, ji rewşan dersê bigire û vînekê deyne holê; ji bo avakirina komareke nû, komareke demokratîk, danîna vîneke damezrîner e û berpirsiyariya me hemûyan mezin e.
ŞEBNEM KORUR FÎNCANCI
Îro li Tirkiyeyê rojnamevanek, parêzerek, şaredarek an akademisyeneke/î dema diaxive ne li ser çi dikare bibêje, li ser çi bibêje dê bikeve hundir (were girtin) difikire. Ev otosansûr, nîşaneya şêwaza zextê ya herî kûr e ku nayê dîtin. Nirxa vê konferansê ew e ku ji rexneyê derbas dibe û hewldana danîna vîneke damezrîner nîşan dide. Em wekî aktîvîst jî êdî nikarin tenê bi gotina ‘na’ bes bikin, em neçar in ku pirsa ‘di şûna wê de çi’ hilgirin. Demokratîkbûna komarê, tê wateya avakirina pergaleke piralî û beşdar ku tê de hemû nasname û bawerî li ser bingeha hemwelatiya wekhev karibin hebûna xwe biparêzin.
ŞUKRU ASLAN
Ev ji bo ku tevna sosyolojîk a piralî ya civaka Tirkiyeyê di qada siyasî, civakî û çandî de cihê xwe bibîne, pêwîst e. Tevî ku di daxuyandina komarê de ev tevna piralî hatibû tespîtkirin, ji ber ku projeya siyasî ya pêşniyar-kirî yekperest (tekçi) bû, bû sedema pirsgrêkên giran û heta îro berdewam kir. Çareserkirina van pirsgrêkan û avakirina siyasî û civakî ya li gorî wê tevna xwezayî û sosyolojîk hewcedariyeke mezin e, û mifteya aştiyê ye jî.
VAHAP ÇOSKUN
Komar, li ser kodên demokratîk nehate avakirin. Berevajî vê, kadroya damezrîner li şûna feraseteke demokratîk a ku dê nasnameyên cuda yên li ser vê axê di nav aştiyê de bi hev re bide jiyandin, li ser bingehê otoriter ê ku yek-tîpkirinê (tek tipleştirme) ferz dike bilind bû. Ji ber cudahiyên etnîkî, mezhebî û şêwazên jiyanê gelek şer û pevçûn qewimîn û alozîyên mîna Tirk-Kurd, Elewî-Sûnî û sekuler-muhafazakar bandor li sedsalê kirin. Dem bi dem kiryar û mexdûr cih biguherînin jî, Komara ku bi kêmasîya demokrasiyê rûbirû bû, her tim mexdûriyet afirand. Ji bo ku ev mexdûriyet bi dawî bibin û her kes nefeseke rehet bistîne, divê Komar di warê avahî de guhertineke kûr pêk bîne.
YAKIN ERTURK
Di serdemeke ku demokrasî bi temamî hatiye birîn û windabûyî de, baweriya me ya ku di sedsala duyemîn a komarê de di jiyana me ya hevpar de em dikarin hemû kesî hembêz bikin, civakeke ku tu kes li pey nemîne biafirînin û ev bi demokrasiyê pêkan e, ev konferans pêwîst kir. Ez difikirim ku dê deng û ramanên pir cuda werin ziman. Demeke dirêj e ku derdorên cuda yên li Tirkiyeyê li dijî otoriterbûnê, bi guncawkirina riyên demokrasiyê ji bo hev, li pey lêgerîna çawa em dikarin civakeke li ser bingeha hiqûqê ava bikin ne. Ev konferans dê bibe kevirê bingehîn ê vê lêgerînê.
/Çavkanî: Ajansa Mezopotamya-MA/










