Li Peyasê “Hevdîtinên 1. a Peyasê” dest pê dikin!

Nûçe

NÛPEL – Şaredariya Peyasê bi armanca xurtkirina hesta yekîtiyê, hevgirtin û hevşengiyê li tax û gundên Peyasê pêk bîne gelek rêze çalakiyên civakî dide destpêkirin. “Hevdîtinên 1. a Peyasê” ku bi hevkariya pênc gerînendetiyên cuda têne organîzekirin, dê ji 28 gund û 8 taxan bêne lidarxistin.

Gerînendetiya Çand û Karên Civakî, Gerînendetiya Ciwan û Xizmetên Sporê, Gerînendetiya Xizmetên Astengdar û Pîr û Kalan, Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan û Gerînendetiya Xizmetên Tenduristiyê yên Şaredariya Peyasê ji bo xurtkirina hevgirtina civakî li navçeyê têne cem hev. “Hevdîtinên 1. a Peyasê” ku bi awayeke berfireh tê organîzekirin, tê armanc kirin ku li hemû tax û gundên li seranserê navçeyê xwe bigihînin gel.

Ji Tenduristiyê heta Şahiyê bernameyeke berfireh

Beşek ji vê xebatê ku armanca wê xurtkirina yekbûna çandî û civakî ye, bernameyeke tijî ji çalakiyên çandî û tenduristî hatiye amadekirin, bala her temenî dikişine ser xwe. Şahiyên cûrbecûr dê li cihên ku hatine diyar kirin, dê bêne lidarxistin.

Di çarçoveya bernameyê de, nîşandana fîlman, muzîk, komên lîstikê yên zarokan, boyaxkirina rûyan, kontrolên tenduristiyê, xebatên hişyariyê yên derbarê polîtîkayên jinan û gelek çalakiyên din ên cihêreng hene.

Bernameya yekem li taxa Kirxaliyê ye

Cara yekem a bernameyê ya “Hevdîtinên 1. a Peyasê” dê di 2ê Hezîrana 2026an de li Gundê Kirxaliyê were lidarxistin. Armanca çalakiyê, ji bo parastin û ji nû ve vejandina çanda hemwelatiyên li gund in ku tên cem hev, sibê dest pê dike.

Rayedarên şaredariyê hemû welatiyên li gund û navçeyê vexwendin şahiya “Hevdîtinên 1. a Peyasê” da ku bi ruhê yekgirtî û tê de hestên çandî û şahî serwer e, li hev kom bibin. Hat ragihandin ku çalakî dê li gorî bernameya diyarkirî, bi dorê li 28 gund û 8 taxan bên lidarxistin.

 

Van jî bibîne

 

Bangawaziya rewşenbiran ji bo konferansê: Demokratîkbûna komarê ji bo me hemûyan pêwîst e
Xelkê Qamişloyê ji bo YPJyê daket qadan

Nûçeyên Sereke