Di Wêjeya Kurdî de Romaneke Nû ya Derûniyê: “Stêrka Bakur” ji Weşanên Gunce Derket

NÛPEL – Berhema nû ya nivîskar Şahabettin Demir ku yekemîn romana wî ya bi zimanê kurdî ye, ji Weşanên Gunce derket. Demir ku heta niha 5 berhemên cuda bi zimanê tirkî pêşkêşî xwendevanan kirine, vê carê bi romaneke derûniyê (psîkolojîk) derdikeve pêşberî hezkiriyên wêjeyê.

Di wêjeya kurdî de ji ber kembûna berhemên di şanoya derûniyê de, ev romana nû wekî gaveke giring û cihê şanaziyê tê nirxandin. Nivîskar di pirtûka xwe de rûbirûbûna mirov a bi qedera reş, xerîbiya metropolan û birînên kûr ên civakî radixe ber çavan.

Ji Evîna Şexsî Ber Bi Doza Civakî Ve

Roman ne tenê çîrokeke evînê ya klasîk e; ew di heman demê de neynika bandora şer û zextên dîrokî ya li ser jiyana ciwanên kurd e. Di berhemê de tê nîşandan ku çawa peyameke kurt a li ser rûpelên pirtûkekê dikare cîhana mirovekî serûbin bike. Çîroka keçeke bi navê Bêrîvanê, veguherîna xewnên zewacê û jiyana aram a di bin bandora rûdanên polîtîk de vedibêje ku çawa ev xewn vediguherin lûtkeyên çiyan û ber bi daxwaza azadiyê ve gundor dibin.

Stenbol: Neynika Tenêtiyê

Nivîskar bajarê Stenbolê ne tenê wekî mekanekî fîzîkî, lê bi mij, serma û deryaya wê ya tarî ve wekî neynika tenêtiya mirov û herikîna ber bi tarîtiyê ve bi kar aniye. Di navbera rêzikên pirtûkê de, xwendevan rastî hevrikiya navbera êş û hêviyê tê û pirsiyarî li ser bîranînan dike: “Ma mirov dikare bi bîranînan bijî, yan bîranîn bi xwe jehra jiyanê ne?”

“Stêrka Bakur” Nameyeke Vekirî Ye

Ev berhem ku wekî “Stêrka Bakur” û qêrîna dilê dildarekî tê pênasekirin, bangek e ji bo fêmkirina wateya azadiyê û nîşandana bihayê giran ê ku evîn di demên dijwar de dide. Weşanxaneyê di danasîna pirtûkê de diyar kir ku ev berhem ji bo her kesê ku di nava zivistanên giran ên jiyanê de li biharekê digere nameyeke vekirî ye û xwendevanan vedixwîne nava şevbihêrkeke tijî êş û rûmet.

Van jî bibîne

 

DEM Partî: Cejna Qurbanê pîroz be
Komuna Çandiniyê li Peyasê Hate Avakirin

Nûçeyên Sereke