Komuna Çandiniyê li Peyasê Hate Avakirin

NÛPEL – Ji bo malbatên kêmdahat, bi armanca xurtkirina aboriya herêmî û bi rêya hilberîna kolektîf, piştgiriya aborî û bi pêşengiya jinan, komuna çandiniyê ya yekem li navçeya Peyasê hate avakirin.

Li ser erdeke 20 donimî, bi hevkariya malbatên kêmdahat ên di nav sînorên Şaredariya Peyasê de ne, komuna çandiniyê damezrandin. Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar, bi nûnerên Odeya Endezyarên Çandiniyê ya TMMOB’ê û saziyên sivîl ên bajêr re, di çarçoveya modela hilberîna hevgirtinê de şitlên firingî, îsot, bacan û xiyaran çandin.

Projeya ku li ser bingeha rêveberiya herêmî ya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan hatiye avakirin, armanc dike ku hilberînê li gorî ekosîstemê pêş bixe, ked û rola jinan di aboriyê de xuya bike û piştgiriyeke xurt bide aboriya kêmdahatên li herêmî.

Malbatên beşdar diyar kirin ku ew dixwazin çanda kevnar a hevgirtin û piştgiriya li Mezopotamyayê ku bi navên “îmece” û “hevkari” tê zanîn, ji nû ve zindî bikin. Wan got ku bi sîstema piştgiriya dualî ya li ser erdek 20 donimî, ew ê bi kedeke hevpar fêkiyên xwezayî hilberînin.

Kooperatîfa ku hat avakirin, ji aliyê dilxwazên alîkar û rêxiatinên civakî ve tê piştgirîkirin. Beşdarên ku di projeyê de cih digirin, dibêjin ku ev însiyatîf di serdemeke ku nîqaşên li ser kooperatîvîzm û modelên hevparî yên hilberînê zêde bûne de, dê bibe îlham ji bo gelek projeyên din ên civakî.

Malbatan bang li hemû beşên civakî kirin ku ji çandiniyê bigire heta dirûnê bibin beşek ji vê hewldana kolektîf û bi kedê piştgiriyê bidin vê modela çandiniya xwezayî û hevgirtî.

Ev xebata çandiniyê ya komînal weke gaveke girîng tê dîtin û alternatîfeke pratîkî ya li ser bingeha hevgirtin, ekolojî û wekheviya zayendî nîşan dide.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Van jî bibîne

 

Di Wêjeya Kurdî de Romaneke Nû ya Derûniyê: “Stêrka Bakur” ji Weşanên Gunce Derket
Bêrîvan Îsmaîl: Ev hilbijartin nûnertiya gelê Kurd nake

Nûçeyên Sereke