NÛPEL – Rêveberiya Tevgerê bang li desthilatdariya AKP-MHP’ê kir ku nêzîkatiyeke cidî û berpirsiyar nîşanî pêvajoya heyî bide û ji bo çareseriyeke ku dê li xêra Tirkiyeyê be, gavên pêwîst bêyî derengketinê biavêje.
Rêveberiya Tevgerê, di daxuyaniya xwe ya li ser qonaxa ku pêvajo gihştiyê de, bang li desthilatdariya AKP-MHP’ê kir ku di zûtirîn demê de gavên pêwîst bên avêtin.
Di daxuyaniya Rêveberiya Tevgerê de ev tişt hatin diyarkirin:
“Rêber Apo, di 27’ê Sibata 2025’an de bi Banga Aşitiyê û Civaka Demokratîk, pirsgirêka Kurd û sedemên rewşa şer a ji ber vê pirsgirêkê derketiye holê û çareseriya wê bi awayekî zelal daniye pêş. Şehîdê me yê têkoşîna aşitiyê Sirri Sureyya Onder jî tekez kiribû ku ji bo ev bang bigihîje encamê, divê berpirsiyariyên hiqûqî û siyasî bên cih.
GAVÊN KU TEVGERÊ AVÊTINE
Rojek piştî vê bangê, Tevgera Azadiya Kurd agirbest ragihand. Di navbera 5-7’ê Gulanê de jî Kongreya xwe ya 12’an li dar xist, PKK fesih kir û biryara dawîanîna li têkoşîna çekdarî girt. Jixwe salek û nîv e ku yek şer jî çênebûye. Li ser bingeha azadiya raman û rêxistinbûnê, gava ku derfeta siyaseta demokratîk bê mîsogerkirin, îradeya danîna çekan bi merasîmeke şewitandina çekan hat nîşandan. Di 26’ê Cotmeha 2025’an de gerîlayên ku ji nava sînorên Tirkiyeyê vekişiyan daxuyaniyek dan. 2 rêveberên MÎT’ê hatin berdan. Hinek tunelên şer ên li derveyî sînorên Tirkiyeyê hatin valakirin. Bi vî rengî, îradeya berdana têkoşîna çekdarî û çareserkirina pirsgirêka Kurd bi riya siyaseta demokratîk, bi awayekî eşkere û zelal hat nîşandan. Jixwe rayedarên dewletê jî gotine ku bangên Rêber Apo hatine bicihanîn.
PÊVAJOYA AŞÎTIYA POZÎTÎF
Rêber Apo destnîşan kir ku pêvajoya aşitiya negatîf bi dawî bûye û êdî divê hemû sedemên şer bi temamî bên rakirin û derbasî pêvajoya aşitiya pozîtîf bibe. Ji bo vê yekê jî diyar kir ku divê qanûnên azadiyê yên ku tê de siyaseta azad û demokratîk bê kirin û demokrasiya herêmî bê mîsogerkirin, bên derxistin. Li aliyê din, ji bo ku Rêber Apo di qonaxa 2’yan de, anku di pêvajoya aşitiya pozîtîf de rola xwe bileyze, ji aliyê Tevgera me û gelê me ve hatiye xwestin ku statuya wî bê diyarkirin û bigihîje şert û mercên xebatê yên azad û serbixwe. “Mafê Hêviyê” yê ku Devlet Bahçeli di axaftina xwe ya yekem de tekez kiribû, diviyabû heta îro bi her awayî praktîkî biba.
QONAHA DUYEMÎN
Di encama nîqaşên derbasbûna qonaxa 2’yan de, di hevdîtina 27’ê Adarê ya li Îmraliyê de hatibû diyarkirin ku dewlet dê di meha Nîsanê de qanûnan amade bike. Ji bo ku ev qanûn pêvajoyê bi pêş bixin, dê bi Rêber Apo û Tevgera me re hevdîtin bihâtina kirin. Lê belê, ne qanûn hatin rojevê û ne jî nêzî 2 mehan destûr hat dayîn ku bi Rêber Apo re hevdîtin bê kirin. Hem li ser Rêber Apo tecrîd hat sepandin, hem jî çapemeniya nêzî desthilatdariyê propagandaya ku Tevgera me gavan navêje kir û hewl da civakê bixapîne. Li hemberî vê rewşê, di daxuyaniya ku di 5’ê Gulanê de li ser navê Rêveberiya Tevgerê hat dayîn de, ji raya giştî re hat ragihandin ku dewlet li hemberî gavên me, gavên ku pêvajoyê bi pêş bixin neavêtine. Di vê daxuyaniyê de dilsoziya me ya bi Banga Aşitiyê û Civaka Demokratîk re careke din hat destnîşankirin. Hat tekezkirin ku ji bo pêşveçûna pêvajoyê, divê mûxatabî û statuya Rêber Apo bê qanûnîkirin.
Di roja ku ev bang hat kirin de, Devlet Bahçeli di axaftina koma partiya xwe de bi awayekî eşkere diyar kir ku divê statuya Rêber Apo wekî ‘Koordînatorê Aşitî û Siyasîbûnê’ bê diyarkirin. Ev daxuyaniyên Devlet Bahçeli ji aliyê DEM Partî, raya giştî ya Kurd û hêzên demokrasiyê ve erênî hatin dîtin. Lê belê, her ji roja yekem ve rayedarên AKP’ê gotin statu tune ye, tenê xeteke di navbera Îmralî û rêxistinê de heye û li dijî daxuyaniyê helwest girtin.
NEXŞEYA RÊ YA BAHÇELÎ
Gava gelê Kurd li benda geşedanên erênî yên li ser statu û şert û mercên xebata azad û serbixwe ya Rêber Apo bû, daxuyaniya berfireh a 18’ê Gulanê ya Devlet Bahçeli ku ji 7 seretan pêk dihat, cihê xwe da fikar û nêzîkatiyên neyînî. Di vê nexşeya rê de, şêwazekî ku sînorên rêzgirtina ji bo Rêber Apo, gel û Tevgera Azadiyê derbas dike, hatiye bikaranîn. Di vê daxuyaniyê de li ser rewşa Rêber Apo hatiye gotin; statu tune ye, rewşa mehkûmiyetê dê berdewam bike. Rola koordînatoriya aşitî û siyasîbûnê jî tenê bi pêvajoya tasfiyekirina rêxistinê re hatiye sînordarkirin; her wiha behsa qanûnên azadiyê yên ku dê rê bidin Rêber Apo û endamên Tevgera Azadiyê ku bi azadî siyaseta demokratîk bikin, qet nehatiye kirin. Tenê hatiye gotin yên ku rewayiya wan a hukûmî heye dikarin siyasetê bikin û bi vî rengî hatiye diyarkirin ku Rêber Apo û endamên Tevgera Azadiyê nikarin siyasetê bikin.
Di metnê de cih bi cih behsa demokrasiyê bê kirin jî, ev tenê wekî sosekê ji bo nexşeya rê ya ku berê xwe daye tasfiyeyê û çareseriyê dihewîne, hatiye bikaranîn.
Di nexşeya rê ya ku Bahçeli daniye pêş de, tê diyarkirin ku Rêber Apo nûnertiya tu civakê nake. Ev jixwe tê wateya nenasîna Kurd û îradeya wî ya siyasî, anku nexwestina çareserkirina pirsgirêka Kurd. Ev nêzîkatî, pirsa gelo îradeyeke ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li ser bingeha demokratîkbûnê heye yan na, dike cihê nîqaşê. Demokratîkbûneke rastîn hebûna Kurd qebûl dike û çareseriya pirsgirêkê jî pêk tîne. Wateyeke weha nediyane wê demokrasiya ku car caran di metnê de tê ziman.
ÊRÎŞÊN LI SER CHP’Ê, BUTLANA MUTLEQ
Biryara butlanê ya li ser CHP’ê û êrîşa li ser navenda wê nîşan da ku têgihîştina demokrasiyê ya desthilatdariya AKP’ê tenê ji bo berjewendiyên xwe ye. Di çareserkirina pirsgirêka Kurd a 100 salî ya li Tirkiyeyê de, di demekê de ku diviyabû rol bidana CHP’ê, ev rûdana li hemberî CHP’ê wê ramanê xurt dike ku feraseta çareseriyê di pirsgirêka Kurd de tune ye. Heke pirsgirêka Kurd li ser bingeha demokratîkbûnê bihata çareserkirin, nedihat hêvîkirin ku mudaxaleyeke bi vî rengî li ser qada siyaseta demokratîk çêbibe. Hûn ê êrîşî şertê herî bingehîn ê demokrasiyê, anku siyaseta azad bikin û piştî wê behsa demokrasiyê bikin! Ji bilî demagojiyê mirov dikare ji vê re çi bêje!
Gava Rêber Apo hewl dide ku têkoşîna çekdarî bide sekinandin û Tevgera Azadiya Kurd bixe nava têkoşîna siyasî ya demokratîk, êrîşek li dijî siyaseta demokratîk hatiye kirin. Heke ev êrîş wekî sabotaj û provokasyonek li dijî pêvajoya aşitî û civaka demokratîk bê nirxandin; kî dikare ji kesên ku vê nirxandinê dikin re bêje hûn xelet in? Dîsa, kî dikare ji kesên ku dibêjin desthilatdariya AKP’ê pêvajoya aşitî û civaka demokratîk ji bo berjewendiyên partiya xwe amûr dike, re bêje hûn xelet in? DEM Partiyê bi mafdarî got ku êrîşa li ser CHP’ê tenê eleqedarî CHP’ê nake. Gava CHP’ê deng da rakirina parêzbendiya parlamenteran, hêzên demokrasiyê gotibûn ‘ev ê vegere ser we jî’. Eşkere ye ku êrîşeke bi vî rengî ya li ser CHP’ê dê berê xwe bide tevahiya qada siyasî. Ji bo vê yekê, li dijîderketina vê nêzîkatiyê daxwaza demokratbûn û demokrasiyê ye. Têkoşîna navxweyî ya CHP’ê dikare weha yan weha be. Dîtina biryara butlanê û bûyerên piştî wê tenê wekî mijareke CHP’ê; tê wateya fêmnekirina encamên ku naveroka vê nêzîkatiyê dê bafirîne. Ev êrîş fikarên ku li Tirkiyeyê mirov dikare bi awayekî azad siyaseta demokratîk bike, hîn zêdetir kirine.
DIVIYABÛ QANÛNÊN AZADIYÊ BIHATINA DERXISTIN
Em wekî Tevgera Azadiyê, ji bo ku pêvajoya aşitî û civaka demokratîk bigihînin encamê, ji niha û pê de jî çi bikeve ser milê me em ê bikin. Em ê xwedî li hewldanên Rêber Apo yên ji bo serxistina pêvajoya aşitî û civaka demokratîk derkevin. Lê belê, ji bo ku ev hewldan encam bidin, divê Rêber Apo û endamên Tevgera Azadiyê di rewşeke weha de bin ku bikaribin siyaseta demokratîk bikin. Hem dê Rêber wekî girtiyekî bê girtin, hem jî dê li benda encamekê ji pêvajoya aşitî û civaka demokratîk bin! Ev, fêmnekirina karakterê pêvajoya heyî ye. Nêzî du salan e ku ji bo serkeftina vê pêvajoyê, diviyabû qanûnên azadiyê yên ku tê de Rêber Apo bikaribe siyaseta azad bike û astengiyên li pêşiya siyaseta azad bên rakirin, bihatina derxistin. Entegrasyona demokratîk a ku siyaseta demokratîk di navenda wê de ye, tenê bi vî rengî pêk tê. Bi vî awayî, çareserkirina pirsgirêka Kurd li ser bingeha demokratîkbûnê ku armanca pêvajoya aşitî û civaka demokratîk e, tê mîsogerkirin.
Wekî Rêveberiya Tevgerê, em bang li desthilatdariya AKP-MHP’ê dikin ku nêzîkatiyeke cidî û berpirsiyar nîşanî pêvajoya heyî bide û ji bo çareseriyeke ku dê li xêra Tirkiyeyê be, gavên pêwîst bêyî derengketinê biavêje.”
Çavkanî: ANF









