NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Heyeta Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti), piştî ku li Girava Îmraliyê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî, ji giravê vegeriya.
Endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervin Buldan, Mithat Sancar û Faik Ozgur Erol, piştî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re vegeriyan. Tê payîn ku heyet di demeke nêz de derbarê naverok û hûrgiliyên vê hevdîtinê de daxuyaniyeke fermî bide raya giştî.
Heyetê herî dawî di 27’ê Adarê de serdana Îmraliyê kiribû û bi Abdullah Ocalan re rûniştibû.










