Rêze Panelên Wêjeyî Yên Meha Gulanê Bi Panela Nivîskar Mervan Serhildan Dewam Dike

AMED (Nûpel) — Bi pêşengiya Weşanên J&J’ê, rêze panelên wêjeyî yên meha Gulanê bi panela nivîskar Mervan Serhildan dewam dike. Panel li Komeleya Şemrexê, bi moderatoriya weşanger Azad Zal, bi weşandina berhemên nivîskar Mervan Serhildan û bi beşdariya elaqedar û wêjehezan hat lidarxistin.

Di panelê de nivîskar Serhildan behsa xebatên xwe yên wêjeyî kir, li ser gotara xwe ya dawî û naveroka berhemên xwe agahî dan û ji berhema xwe ya helbestan çend nimûne ji beşdaran re xwendin.

“Her Nivîskarek Xwediyê Êş, Evîn Û Birînekê Ye”

Nivîskar Mervan Serhildan di destpêka axaftina xwe de spasiya serok, rêveber û endamên Komeleya Şemrexê, kedkarên Weşanxaneya J&J’ê û hemû hezkariyên wêjeyê kir. Serhildan hêvî kir ku ev helwesta dostane ya Komeleya Şemrexê ji bo hemû sazî û komeleyên welat bibe mînakek da ku piştgiriya nivîskar, helbestvan û hunermendan bikin.

Nivîskar Serhildan di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser rûmeta nivîskariyê û pirsên “Ez çi dinivîsim, çima dinivîsim û çawa dinivîsim?” bersivand:

“Ez roman, çîrok, analîz û helbestan dinivîsim. Eşkere ye ku tu nivîskar belasebeb nanivîse. Her nivîskarek xwediyê êşekê ye, xwediyê evînekê ye, xwediyê birînekê ye yan jî di bendereke dîrokî de şahidiya serobino-bûna nirxên civakê kiriye, lewma dinivîse. Dema danheviyên nivîskar zêde dibin, êdî nikare pêşiya lehiya hestan bigire; di wê kêliyê de huner wekî hubra nivîsê bi derve de diherike.”

 

 

Serhildan da zanîn ku wêje mîna coheke avê ye; ger nivîskar romanûs be, geşedanên jiyana barkêşên êşan bi hûrgulî dinivîse, ger helbestvan be bi riste û çarînan bineqşîne û ger feylesof be jî sedemên rûdana êşan û serobino-bûna civakî analîz dike.

“Di Pênci Salan De Miletê Me Belkî Pênci Caran Şikestiye”

Nivîskar Mervan Serhildan bi bîranîna salên xwe yên lîseyê yên sala 1974’an bal kişand ser dîroka nêz û wiha got:

“Ji wê demê heta îro, zêdeyî pêncî salî ye ku ez geşedan û qewimînên welat dişopînim. Miletê me di hundirê pêncî salî de belkî pêncî caran şikestiye; ez jî wekî hemû mazlûm û mexdûrên vî miletî pê re şikestim. Ez li seranserê welat digerim, dikolim û dihizirim. Di encamê de, wekî çavdêrekî ji zanayan û aqilmendan dipirsim; dibêjim ‘Ew rêzanên dilovan, sedemên tofana me û têkçûnên miletê me çi ne?'”

Serhildan anî ziman ku li hemberî van pirsan, zana û aqilmend neynika qamê datînin pêşberî me û radigihînin ku neyarên vî miletî xwedî cinawirên hesinî, hov û pergalên lûtkeya teknîk û elektronîkê ne ku di nava çirkeyekê de dikarin derûniya mirovan û hişê rêveberan kontrol bikin û destwerdanê li pêvajoya biryaran bikin.

Ji “Berxwedana Elektropola” Heta “Dirindeyên Hesini”

Nivîskar Serhildan diyar kir ku mijara pirtûkên wî hemû li ser van şikestinan e:

“Ji pirtûka min a ewil Berxwedana Elektropola û heta pirtûka min a şeşan Dirindeyên Hesini; naveroka tevan, şikestin û têkçûnên takekesî, civakî û miletî ne. Geh bi berfirehî, geh analîtîk, geh çîrokî, geh jî bi riste û çarîn, yanî helbest.”

Nivîskar Mervan Serhildan di dawiya axaftina xwe de pênaseya nivîskar û helbestvanî wiha kir:

“Nivîskar şahidê serdema xwe yan jî şahidê geşedanên dîroka kevnar e. Kesayeta ku heqîqeta nixumî, şîn û şahiyên civakî bi dirûveke edebî û hunerî rave dike nivîskar e, hunermend e. Kesayeta ku bi loden riste û çarînan benderek afirandibe, ew helbestkar e.”

Bername bi pirs û bersiv destnîşana pirtûkan bi dawî bû.

GOTARA ROJA ÎMZEYÊ

Gelî bêşdar û mêvanên rêzdar,

Bi munasebeta piştevanî û alîkariya lidarxistina vê bernameyê, di serî de ji serok, rêveber û endamên Komeleya Şemrexê re; ji civata ezîz re, ji kedkar û rêveberên Weşanxaneya J&J’yê re, herwiha ji hemû heskiriyên wêjeyê re spasiyên xwe pêşkêş dikim…

Hêvî dikim ev helwesta Komeleya Şemrexê ji tevahiya sazî û komeleyên welêt re bibe mînak, da ku ew jî piştgiriya nivîskar, helbestvan û hunermendan bikin…

Gelo ez çi dinivîsim, çima dinivîsim û çawa dinivîsim?

Ez roman, çîrok, analîz û helbestan dinivîsim…

Çima dinivîsim?.. Eşkere ye ku tu nivîskar belasebeb nanivîsin. Her nivîskarek xwediyê êşekê ye, xwediyê evînekê ye, xwediyê birînekê ye, yan jî di bêndereke dîrokî de şahidiya serobinbûna nirxên civakê kiriye û hwd…lewma dinivîse. Dema danheviyên nivîskar dide ser bîra nixumî, êdî nikare herka nirxan rawestîne, êdî nikare pêşiyê li lehiya hestan bigire û di bîra şexsî de bigewimîne; yanî gol di ser re diçe… Bi kurtasî dema gewm bi ser neqeba takekesî dikeve, bend titeqe; di wê kêliyê de huner wek hubra nivîsê bi derve de diherike…

Lê çawa?.. Wêje, edebiyat wek cuheke avê ye. Ger nivîskar romanûs be, wê geşedanên jiyana barkêşên êşan, xewnên evîndarên efsaneyan, herwiha çawanî û çendaniya karekteran bi hûrgulî, bi berfirehî binivîsîne; ger nivîskar helbestvan be, wê naveroka berhemê bi riste û çarînan bineqişîne, bikemilîne; ger nivîskar fîlozof be, wê naveroka berhema ku dinivîsîne sedemên rûdana êşan be, sedemên bengîniya evînan be, yan jî sedemên serobinbûnên şexsî, civakî, qewmî û miletî be…

Îcar peyvê bînim ser nivîskariya xwe… Sala 1974’an ez xwendekarê lîseyê bûm. Ji wê demê û heta îro, zêdeyî pêncî salî ye ku geşedan û qewimînên welêt dişopînim. Miletê me di hundirê pêncî salî de, belkî pêncî carî şikestiye; belkî jimara têkçûn û şikestinên vî miletî, ji pêncî jî zêdetir e. Û her carê, ez jî wek hemû mazlûm û mexdûrên vî miletî pê re şikestime…

Belê, gelo çareya van şikestinên hebûn û nebûnê tune ye? Li seranserê welêt digerim, dikolim, dihizirim, difikirim… Di encamê de; wek çavdêrekî, wek nivîskarekî, wek sêwî û bêmiradekî Çiyayê Mazî, ji zanayan, ji aqilmendan dipirsim; dibêjim ‘Eyy rêzanên dilovan, li gorî hişê we, gelo sedemên tofana me, sedemên birînên me, sedemên têkçûnên miletê me çi ne?..’

Demeke dirêj li pirsa min radiwestin; ew jî dihizirin, difikirin… Li hemberî şikestinan, helwesta me û yên miletên din, berawird dikin, hemû şik û gumanên ku rû dane dipîvin, diwezinin. Pişt re nerme li min, li xwendevanên ezîz, li dilzar û gazinbarên vî miletî vedigerin û bi şêwazeke efsûnî dipeyîvin.

Dibêjin:

“Haaa xemxurên wî palî!.. Wargeheke bêyî ser û ber bînin ber çavên xwe… Li wir, li ser wê erdnîgariyê, li wî welatî, li ser wê dikê; miletê ku ji ruhê qewmên herî kevnar û qedîm nisiliye dijî. Li wir, li wargeha bêyî ser û ber ku li pêş çavên we ye, ew miletê qedîm di bin çerxeke tofanî de ye; di bin dorpêçeke çaralî de ye; di bin êrîşên nedîtî û nebihîstî de ye… Di destên neyarên wî miletî de cinawirên hesinî hene, cinawirên hov û kov… Dirinde, hesinî ne û lûtkeya teknîk û elektronîkê ne: Dirinde di nava çirkekê, saniyekê de bi milyonan, bi sedmilyonan kar û îşan pêk tînin, ji dûranî ve di nava çirkekê de mejiyê hemû serkêş û pêşengên wî miletî dixwînin, bîr û baweriyên lehengên milet diçelqînin, hişê wan kopî dikin, bi hişê çêker destwerdanê li ‘pêvajoya wergirtina biryarên wan’ dikin. Di çirkekê de, karin derûniya sedan kesî bi hevahengî, di nav korelasyonekê de biçelqînin; di nava hew çirkekê de karin bi sedan kesî li hemberî hevdu bi agirê hêrsê biengirînin; di hundirê çirkekê de, ji dûranî, bi hewleke nedîtî û bi xapînerî… Pêşengên wî miletî, bi derfetên elektronîk û teknîkê li hevdu dizêrînin, wan bi ser hev de û bi ser nirxên qewmê qedîm ve dikişkişînin. Di bêdengiyeke ker û lal de, ji çavan xalî û bi xedarî li sêwî û bêmiradên wî miletî dixin; wan dişkînin, wan dirijikînin. Lê, ne kes dibîne, ne kes dibihîze û ne jî dihefidîne… Pirsa cewherî ev e, ‘ger hûn bivana şahidên geşedan û qewimînên wî welatî, gelo we yê ew rûdan û geşedan çawa vegota, we yê çawa binivîsiya, we yê çawa kifş bikira?’.”

Belê, zana û aqilmend eynika qamê wiha datînin pêşberî me û ji me tevan re dibêjin; binêrin, bivînin û piştre biryara dîrokî wergirin… Û pêk ve dipirsin; ger rewşeke bi vî rengî heqîqeta wî miletî be, herwiha heqîqeta miletê we be, gelo wê vîzyona we û mîsyona we çi be?.. Bi rêbaz û rêgezên kevnar, gelo hûn ê karibin dawiyê li vê sosret û gosirmetê bînin, an divê hûn êdî li heqîqeta nixumî hayê bibin ku pêdivî bi hişmendiyeke nikîtop heye?..

Ji pirtûka min a ewil Berxwedana Elektropola û heta pirtûka min a şeşan Dirindeyên Hesinî; naveroka tevan, şikestin û têkçûnên takekesî, civakî û miletî ne: Geh bi berfirehî, geh analîtîk, geh çîrokî, geh jî bi riste û çarîn, yanî helbestî…

Ger ji min bipirsin, gelo nivîskar kî ye û helbest çi ye?.. Wek bersiva pirsê dibêjim: Nivîskar şahidê serdema xwe, yan jî şahidê geşedanên dîroka kevnar e. Kesayeta ku heqîqeta nixumî, şîn û şahiyên civakî, herwiha serkeftin û şikestinên miletî bi dirûveke edebî û hunerî rave kiribe, nivîskar e, hunermend e… Kesayeta ku bi lodên riste û çarînan bênderek afirandibe, ew helbestkar e. Gelo helbest çi ye? Bersiva vê pirsê bo civata rêzdar ji Dirindeyên Hesinî bixwînim.

(Rûpel 69):

Helbest çi ye

Wêneyê kûrahiya eynikê ye

Sîluet çi be dîmen ew e

Birînê raber dike

Carinan lîrîneke bi çikî tenê ye helbest

Di nav halanên evîndaran re

Wek pêlên hêrseke bêdawî radibe

Rûpoşrûyan diqehirîne riste bi riste

Tenê ne hîs û hestên bêmiradan e helbest

Remz e

Sembol e

Carinan wekî teyrê eylo

Hemû mehkûmên bêkeysiyê hildide ser piyên xwe

Û çiya bi çiya difirîne helbest

Carinan tenê awireke bi efsûn e

Carinan pêjna Nexşîneke kezîzer e

Dema bablîsokên hestan li bêmiradan radike

Wek meya bihiştê gêj û mest dike

Hişk bi hiş û aqil digire

Dizîzikîne dizîzikîne dizîzikîne

Û li ba dike

Hîn dû re

Di herk û gerînekên bi sîx re diherikîne

Helbest

Tenê ne hîs û hestên bêmiradan e

Ardê dora destareke çardevî ye

Di kûrahiya xemên xencerkirî de birînek çarçavî ye helbest

Peyvkarek otantîk

Heskirinek asîmetrîk

Qêrînek akûstîk e

Wek senfoniyeke bêqisûr zêmarên bêmiradan dibilîne

Serhildêrek delodîn e

Helbest

Reşhefsarên destê hêzdaran diqetîne

Kefen û kirasên dirûnkerên dirinde diçirîne

Firîna peyvên bêbask û bêperîk e

Helbest

Hubrê ji hestan dadiwerivîne

Fizîk e

Felsefe ye

Ruhê qêrînên kuantomîk e helbest

Dîrok e

Lêgerînereke têgeh û rêgehên belek e

Çarîn bi çarîn dibeze

Bi serî ye lê bêdawî ye helbest

Piraniya helbestên vê pirtûkê, awazên ji goran in; zêmarên piştî mirina şêr û şepalan in, yan jî bangên li ber kevirên goristanan in. Lewma zimanê riste û çarînên pirtûka min (Dirindeyên Hesinî) naîf e, bêkeys e, bêtaqet e, bêzar e.

Li vir, hêja ye ku çîroka helbestekê vebêjim û dû re jî helbestê ji we re bixwînim… Helbestvanê kal, di çapemeniyê de bi rojnamegereke ciwan a bi navê Nexşînê re bi salan dixebite. Di nav dehan xebatkaran de, Nexşînê ciwana herî jîr û jêhatî ye ku ev rastî, ji çavên helbestvan nareve. Nexşînê qîzeke şên û şeng e, mîna semboleke çapemeniyê dibiriqe. Lê ew lehenga rûken û rûgeş ku wekî dahatûya edîtoryaya kurdî xuya dibe, rojekê ji nişka ve krîza dil pê digire û dimire. Helbestvan bi nihurîn, zêmareke dûvdirêj bi lêv dike:

(Rûpel 44)

Hêviya min tu yî

Xapîner e heyam

Ey kezîzera çîrokên wenda

Careke din mêzeke

Xumamiya ser eynikê rake

Mam bi gorî

Bila şilfî tazî be heqîqeta nixumî

Bo tu diyar bikî sernavê hezarsale

Bo tu ragihînî ev birîna çarçavî

Nexwe tu yê çawa şahidiyê bikî

Kevala ku rewşa zelal dihebîne

Bila hemû cureyên jehrîbûnan nîşan bide

Bila bêyî şik û guman bibeliqe

Hîs û hestên nav pençikên dirindeyan

Trajediya têwerbûna çahl û hezazan

Kezîzerê

Tîrên lazerî jî bi navbernav ke

Çawa di ser dil de diçikin

Ragihîne

Bi çirûskên eynikê re

Kirasê te

Pêjna te

Şepaliya te

Bila li ser pişta risteyên kurdî bimîne

Ey lehenga hinavî

Gelo çend serdem bihurîn

Gelo çend sed serdemên din bibihurin

Tu yê deng bidî

Mam bi gorî

Temen li dawiyê edilî

Diramim dihizirim hê jî

Tu yê kengî

Piştî çend heyaman li şopa xwe vegerî

Bendewarê wê kêliyê me

Bo careke din bibînim

Xumamiya ser eynikê çawa radikî

Çawa kifş dikî heqîqeta nixumî

Bi kîjan zêmaran radigihînî birîna xulxulî

Kezîzerê

Mejiyê pêşengan

Çapemenî

Tora civakî

Baskê siyasî

Weşangerî

Edîtorya

Qada çand û zimanî

Kesayeta netewî

Kurdayetî

Welat

Welaaat!

Welat çar rehend ketiye bin dorpêça dirindeyên hesinî

Kes nabîne

Stûyê kê hefsarkirî ye

Kî mamê emrane

Kî rûpoşrûyê xumamî ye

Wê çawa bên dazanîn sîxên sîberî

Wê çawa bên ragihandin navendên kozmîk ên kovî

Kezîzerê

Welat li lehengekê digere

Mam bi gorî

Hêviya min tu yî

Remza jiyana min

Hilgira nihêniyên sêwiyan

Şopgerîna şikestinên bêdeng

Kewara bîr û balan

Lêgerînera sir û razan î

Kezîzerê

Tu yê kengî vegerî

Bendewarê wê kêliyê me

Her digerim dikolim dipirsim

‘Ka hêviya min’ dibêjim

Tîrên lazerî çawa lê dibarin

Di bin axa kîjan newalî de dirikrike

Gelo di bin kevirê kîjan gorê de diqîre

Bendewarê te me

Vegere

Çîrokê ji nû ve binivîsîne

Bo kes nikaribe bitefîne

Bo ebedî bibe ew hêrs û hewla te

Ey kezîzera dîwanên wenda

Birînên xwe bi êş û sewtên asimanî bipêçe

Û bo mamê xwe ji nihurînan peyamekê bişîne

Tu yê ji kîjan cîhanê

Û bi kîjan qêrînê deng bidî

Bendewarê te me

Dorpêçkirî ne xemên vî mamî

Çaralî konên pîrebokên hesinî

Artêşên sîberî

Birîn xedar e

Hiş û aqil kopîkirî

Di bin destwerdanê de ne hizrîn û ramîn

Her diçelqînin dêhn û mejî

Xapîner e heyam

Torên jehrî ne çaralî

Çavan digerînim hawirdor şolî

Gelo kî maye dibêjim

Wê kî karibe ragihîne bi wêrekî

Mam bi gorî

Hêviya min tu yî

Spas ji bo guhdariya we, îcar em derbasî rûpeleke din bibin… Li welatên dagirbûyî bext, dilsozî, hişmendiya pêkhateyên bingehîn; tev di bin reşewrên tarî de dimînin. Di rewşên wiha de, li şûna hevgirtin û hevbaweriyên civakî, çengelên gumanê rû didin; şikbarî û gumanbarî hildikişe asta herî jorîn, êdî kes ji kesî bawer nake. Risteyên li ser berga dawîn a pirtûkê, hestên vê rewşê radigihîne. Dibêje:

Digirîm

Dibêjin ji kêf û henekan e

Dikenim

Dibêjin hoqeboqa derewan e

Diqîrim

Dibêjin qarewara dînê çolan e

Dinivîsim

Dibêjin kapola ber bageran e

Digirîm

Dikenim

Diqîrim

Dinivîsim bêwestan

Ta ku ji mezel rabin

Aqilmendên goristana hestan 

Di dawiya gotara xwe de ji bo we, ez ê çend baneşanan (peyvên watedar) ji pirtûkê bixwînim:

 (Rûpel 20) Baneşan 3:

Ger gilok a kesayetê be

Deziya herî girîng bext e

(Rûpel 88) Baneşan 19:

Ji hinek kurdan hesdikim bo hurmetê

Ji hinek kurdan hesdikim bo îbretê

(Rûpel 175) Baneşan 34:

Hêstrên pênûsa min dilopên hubrê ne

Sirûda xemên min risteyên hêrsê ne

(Rûpel 199) Baneşan 42:

Min kîjan pêçeka têkçûnên xwe vekir tu jê derketî

Min kîjan bîranîn peland xencerek û çar tîrên xwînî

(Rûpel 269) Baneşan 55:

Xewn û xeyal avadaniya tevn û torên gelî û netewî ye

Belam mêzîna hemû dezge û diraban hiqûqa gerdûnî ye

Bi silav û rêz û bi hêviya hevgirtineke li ser rêgezên stratejiya miletî, li hizûra we beşdarên qedirbilind, bejna xwe ditewînim!

 

 

Van jî bibîne

 

Mêrdîn, qeyûm û Kurdî: Weşanxaneyên Kurdan tune hatin hesibandin
Xizmên windayan li sê bajaran li aqûbeta windayan pirsîn

Nûçeyên Sereke