Hikmet El Hicrî: Li Siwêdayê avakirina rêveberiyeke xweser biryareke jêneger e

CîhanNûçe

🔴Serokê rûhanî yê Civaka Misilmanên Miwehidîn a Durziyan şêx Hikmet El-Hicrî got ku avakirina rêveberiyeke xweser a Siwêdayê, biryareke jêneger e.El Hicrî destnîşan kir ku dê mafên xwe bistînin û kar û barên herêma xwe bi rê ve bibin.

Serokê rûhanî yê Civaka Misilmanên Miwehidîn a Durziyan şêx Hikmet El-Hicrî anî ziman ku daxwazên Durziyan nayên guftûgokirin.

El Hicrî got:

“Meşa ber bi pêkanîna mafê diyarkirina çarenûsê ve bi gavên sabît dewam dike.

Ev yek dûrî serdestiya komên ku negengaziya jiyana bi wan re îspat kiriye, pêk tê.

Ji bilî kesên ku ji hêla gelê wî ve hatine hilbijartin, ti serokatî yan desthilatdarî li ser vî çiyayî tune ne.”

Hikmet El Hicrî spasiya welat û rêxistinên ku piştgiriyê didin xweseriya Durziyan, di serî de hikûmet û gelê Îsraîlê, kir û got:

“Hêzên desthilatdar wê nekaribin bi darê zorê û xapandinê biryarên xwe ferz bikin.

Hewldanên wê êdî eşkere bûne.”

Hikmet El-Hicrî hikûmeta veguhêz bi “hikûmeta terorê” bi nav kir û xwest ku hikûmet ji ber tevahî sûc û binpêkirinên ku pêk anîne li gorî qanûnên navneteweyî were darizandin.

El Hicrî diyar kir ku heta berdana kesên ku hatine revandin û naskirina çarenûsa windayan, wê çareserî pêk neyê û wiha got:

“Divê êrîşkar werin neçarkirin ku çareseriya navneteweyî ya agirbesta tîrmeha 2025’an pêk bînin.

Revandiyan vegerînin û rewşa kesên ku bi darê zorê winda ne, were eşkerakirin û gund û bajarokên Durziyan werin rizgarkirin.”

El Hicrî bal kişand ser dorpêça aborî û siyasetên birçîkirinê û got ku gelê durzî wê bi zanebûn û hevgirtinê van zextan derbas bike.

 

/Çawkani: nucetv.net/

Van jî bibîne

 

Operasyona li dijî 38. Kurultaya CHP’ê ya ku hatibû betalkirin: 13 binçavkirin!
Marco Rubio: Di dan û standinên li gel Îranê de hinek bipêşketin hene

Nûçeyên Sereke