Tîma jinan a yaneya Hîlal: Pirsgirêk çareser bû

JinNûçe
🔴Tîma jinan a yaneya Hîlal sê caran li pey hev li ser asta Sûriyê bû şampiyon. Di serkftina xwe ya dawî ya beriya mehekê, ji bo rêzgirtina li giyanê şehîd û dîlgirtiyên Rojavayê Kurdistanê şahiya pîrozkirina serkeftina xwe betal kir.
 
Ji ber vê helwesta wan, ew ji aliyê Rêveberê tîmê ve hatin cezakirin. Li ser vê mijarê îro tîma jinan a Hîlal daxuyaniyek da û tê de ragihand ku ew bi Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Siyamend Efrîn re civiyan û ev pirsgirêk çareser kirin.

Tîma jinan a yaneya Hîlal a ku sala 2022’an li Rojavayê Kurdistanê hatiye avakirin sê caran li pey hev li ser asta Sûriyê bû şampiyon.

Cara dawî ya serkftina wan jî beriya mehekê bû.

Tîma Hîlal ji bo dîlgirtî û şehîdên Rojavayê Kurdistanê şahiya serkftina xwe betal kirin.

Ji ber vê betalkirinê, rêveberê tîma jinan a yaneya Hîlal lîstkvanên xwe ceza kirin.

Rêveberiya yaneyê biryar da ku lîstikvanan ji beşdarbûna di Şampiyoniya Rojavayê Asyayê ya li Urdunê dûr bixe.

Her wiha hemû mûçe û xelatên wan ên darayî li ser wan birî.

Girêdayî vê mijarê îro yaneya Hîlal daxuyaniyek da.

“Em ê dest bi amadekariyên Şampiyoniya Rojavayê Asyayê bikin”

Tîmê ragihand ku wan bi Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewlekariya Navxweyî ya Parêzgeha Hesekê, Siyamend Efrîn re civînek li dar xistine û wiha got:

“Di dema wê de daxwazên me bi tevahî hatin bihîstin.

Lihevkirinek hate kirin ku em dest bi amadekariyên Şampiyoniya Rojavayê Asyayê bikin.

Wê kampên perwerdehiyê, şert û mercên guncav ji bo serkeftinê werin peydakirin.”

Her wiha hat tekezkirin ku rola jinan roleke pêşeng e, hêjayî rêzê ye û destûr nayê dayîn ku ti sazî yan kesek bi ti awayî vê rolê xirab bike yan kêm bike.

Tîma jinan a yaneya Hîlal di dawiyê de ji bo alîkarîya bi wan re spasiya Fermandarê Hêzên Ewlekariya hundirîn Siyamend Efrîn, Yekîneyên Parastina Jin, Encûmena Birêveber, Desteya Ciwan û Werzîşê, hemû sazî û dezgehên ragihandinê yên piştgirî dan wan, kir.

/Çawkani: nucetv.net/

Van jî bibîne

 

Îsraîl girtina Konsulxaneya xwe ya Stenbolê dinirxîne
Amerîka pergala mûşekan a Hawkê difiroşe Ukraynayê

Nûçeyên Sereke