Hasan Cemal: Ez dixwazim rû bi rû bi Ocalan re hevdîtinê bikim

Nûçe

NÛPEL – Hasan Cemal ê ku bal kişand ser hewcedariya dabînkirina statûya Abdullah Ocalan, got: “Heke em wekî Tirk û Kurd li Tirkiyeyê demokrasiyê bi cih bikin; wê demê tiştekî bi navê pirsgerêka Kurd jî namîne.”

​Foruma Aşitî û Azadiyê ya Civakî ku li Amedê hat lidarxistin, ji gelek dorhêlan rewşenbîr, nivîskar, akademisyen û siyasetmedar beşdar bûn. Di forumê de, li ser gelek sernavan ji jiyana rojane heta psîkolojiya civakî, ji meseleya koçberiyê heta hafizayê atolyeyên ji bo civakîbûna aşitiyê hatin çêkirin.

​Rojnamevan-nivîskar Hasan Cemal ê ku beşdarî forumê bû, li ser çareseriya pirsgerêka Kurd û pêvajoya ku hatiye qonaxa dawî nirxandin kirin.

​Cemal da zanîn ku pirsa “Gelo hûn di nêrîna dewletê ya li ser meseleya Kurd de bi rastî guherînekê dibînin?” pir caran ji wî tê pirsîn û diyar kir ku wî li ser vê mijarê bi xelkê bajêr re jî sohbet kiriye. Cemal anî ziman ku ew li Sûrê geriyaye û ji welatiyan pirsî ye “Rewş çawa ne?” û wiha got: “Dibêjin ‘Kîjan rewş?’. Ez nikarim tavilê bertekekê bistînim. Paşê ez berdewam dikim. Dibêjim ‘Pêvajo’. Dîsa bi kenekî sivik dinêrin. Di dawiyê de dema ku ez dibêjim ‘Ma bawerî tune ye?’, tê pejirandin. Lê bi bêdengiyê tê pejirandin. Ez maf didim vê yekê. Vê xakê, Diyarbekirê, bajarên Kurdan ew qas êş û azar dîtin ku piştî van êşan bawerîanîn ne hêsan e. Lê ez bixwe jî di vê mijarê de nikarim bawer bikim. Wekî ku min got, piştî van qasî êşên ku hatine jiyîn ez nikarim bawer bikim, lê di heman demê de ji ber ku di dawiya kar de aşitî heye min derî hinekî xatî (vekirî) hişt. Ji ber ku di dawiya kar de aşitî heye min hinekî şans da, ez dixwazim bawer bikim jî.”

​‘AVÊTINA BINGEHAN GİRÎNG E’

​Cemal sedemên nebaweriya xwe rêz kir û got: “Bêguman ez aşitiyê dixwazim. Bêguman Kurd, mirovên vê xakê, mirovên Amedê layîqî aşitiyê ne. Ji ber ku wan êşên pir mezin kişandin. Peyva aşitiyê ji bo wan jî biwêjeke sêwirî (efsûnî) ye… Lê divê aşitî bibe xwedî binesaziyeke saxlem. Hûn nikarin tenê bibêjin aşitî û derbas bibin. Aşitî lê aşitiyeke biheq, aşitî lê aşitiyeke mayînde. Avêtina bingehên vê yekê girîng e. Bingehên vê aşitiya biheq û mayînde jî tenê bi demokrasî, azadî, heq, hiqûq û edaletê dikare bibe. Di vê mijarê de ez hîna gaveke rast û durust, amadekariyekê nabînim. Lê nabêjim nabe jî. Ez naxwazim bêhêvîtiyê jî belav bikim. Lê wekî ku min got, ez pir zêde bi tevdbîr û ihtiyat im.”

​Cemal got, “Sîcîla duya wekî Erdogan û Bahçeli, bi taybetî jî sîcîla Erdogan baweriyê nade” û wiha pê de çû: “Em li baxçeyê Şaredariya Amedê ne. Li vir konferansekî mezin tê çêkirin. Navê vê konferansê azadî û aşitî ye. Em dikarin azadî û aşitiyê li Amedê di nav dengê çûkan ê zindî de biaxivin. Ev yek dem dema xwe xeyal bû. Axaftina vê yekê li vê xakê, li Amedê bixweşî û heyecan e. Hatina vir jî pir girîng e. Ji bo vê yekê jî ez derî hinekî vekirî dihêlim. Na, ez nabêjim û min negotiye ku ji vê tiştek dernakeve.”

​‘DIVÊ MIROV NEBÊ ESÎRÊ ÊŞAN’

​Cemal bi bîr xist ku hevdîtina wî ya yekem bi Abdullah Ocalan re di meha Nîsana sala 1993’an de bûye û wiha axivî: “Min wekî Apo xîtabî wî kiribû. Ez bêtir dibêjim Ocalan lê ‘rêzdar’ jî tê gotin. Ew layîqî vê ye jî. Ji ber ku têkoşîna wî, îro dewlet anî wê astê ku O (mebesta wî Abdullah Ocalan e) û Kurdan wekî mûxatab bigire dest. Hatina vê astê ne hêsan bû. Êşên pir mezin hatin kişandin. Û ev serhildanek bû. Rast e. ‘Teror’ û tundî hat bikaranîn. Lê di heman demê de ev serhildanek bû û ev serhildana ku Apo, Ocalan rêxistin kiribû -hêj di salên 70’yî de rêxistin kiribû- ev yek anî vê astê. Divê mirov vê yekê qet ji bîr neke. Êşên pir mezin hatin kişandin lê ev êş ne yekalî bûn. Erê, dayikên Kurd şevê din bi leçêkên xwe yên spî hatin vir. Çavên min tije bûn. Axaftineke pir xweş jî kir. Lê mîna dayikên Kurd, li aliyê din dayikên Tirk jî pir giriyan. Mijara girîng ew e ku divê mirov nebe esîrê êşan. Heke em bibin esîrê êşan, em nikarin aşitiyê rizgar bikin. Ji bo ku em aşitiyê rizgar bikin divê em nebin esîrê êşan. Dîroka mirovahiyê bi xwînê hat nivîsandin. Dema ku dîroka mirovahiyê dihat nivîsandin; xwîn wekî rûbaran herikî. Êşên mezin hatin kişandin. Lê paşê mirov mecbûr man ku li hev bikin û li hev bwerin. Piştî Şerê Cîhanê yê Duyem jî ev yek qewimî. Îro dîsa li Geze, li Îranê hîna xwîn diherike. Xwîn wekî rûbaran diherike. Aliyekî êşan ê gihîştîker heye. Heke em mehkûmî êşan nebin, heke em nebin esîrê êşan, heke em aliyê êşan ê gihîştîker ê li ser mirov û civakan bikar bînin, wê demê em dikarin aşitiyê mayînde bikin.”

​‘DIVÊ STATÛYA ABDULLAH OCALAN BÊ DABÎNKIRIN’

​Cemal anî ziman ku mûxatabgirtina Abdullah Ocalan ji aliyê dewletê ve, pejirandina realîteya Kurd e li Tirkiyeyê û wiha got: “Ocalan jî vê yekê dinirxîne lê wekî ku ez ji daxuyaniyên Ocalan dibînim gumanên wî jî hene. Di serê wî de nîşanên pirsê hene. Van tîne ziman. Lê dibêje ‘Bila em vê fersendê jî ji dest nedin’. Bi tevahî mafdar e. Sergirtina rûmeteke wiha ji aliyê mirovekî ku ev qas sal in di girtîgehê de li pişt hesinan dijî, bi rastî ne tiştekî hêsan e. Rewş û statûya Ocalan niha ji wekheviyê pir dûr e. Xwezî ez bikaribim wekî bihara 93’an a li Bekayê, dîsa rû bi rû bi Ocalan re van tiştan biaxivim. Lê me hîna neaxivî ye. Ango rewşeke wekhev tune ye, divê ew statû bi rastî bê dabînkirin.”

​Cemal anî ziman ku Abdullah Ocalan daxwaza hevdîtina bi Ömer Öcalan re ji wî re ragihandiye û got: “Min jî gotibû ‘Temam’. Ma ez naxwazim bibînim? Wekî rojnamevanekî binêrin, deftera min a notan li vir e.” Cemal diyar kir ku pirsa yekem a ku ew dixwaze ji Abdullah Ocalan bipirse ev e: “Bêyî demokrasî, bêyî hiqûq pirsgerêka Kurd çareser dibe?”

​‘DEMA JI ÇIYÊ DAXEZIN DÊ ÇI BIKIN?’

​Cemal bal kişand ser ku di çarçoveya pêvajoyê de teqez divê rêziknameyên qanûnî bên kirin û wiha got: “Gerîlayê ku ew qas sal li çiyê jiya hat, çeka xwe şewitand û li wir got; ‘Ez çekê berdidim.’ Lê divê ji bo vê berekî (zemînekî) qanûnî bê avakirin. Ew mirov dê çi bikin? Dema ku ji çiyê daxetin dê çi bibin? Dema ku ji derveyî welat hatin dê çi bibe? Dê ji girtîgehê derkevin, heke derkevin dê çi bikin? Divê ev hemû bi hûrgulî bên avakirin. Ango tiştê ku ez jê re dibêjim rûniştandina aşitiyê li ser bingeheke saxlem ev e… Aşitî tenê dema ku bingeha van tiştên ku min gotin hat avakirin dibe aşitî. Nexwe tenê di gotinê de dibe aşitî. Ne tenê çareseriya pirsgerêka Kurd, lê her wekî şertekî pêşîn demokrasî, azadî, hiqûq ji bo çareseriya pirsgerêka Kurd derbasdar e. Ev ji bo min jî derbasdar e. Sînordariya demokrasiyê, tunebûna demokrasiyê, binpêkirina mafên demokratîk li Tirkiyeyê, rewşa İmamoğlu, Selo başkan, Osman di girtîgehê de ye, bhejmarê naqede, qeyûm, ango tunebûna van hemûyan tenê bi xebitandina demokrasiyê li Tirkiyeyê gengaz e.”

​‘PIRSGERÊKA KURD BI DEMOKRASIYÊ ÇARESER DIBE’

​Cemal ji bo nîqaşên li ser hêzên “derveyî normê” yên di nav dewletê de wiha got: “Bêguman hinek hêzên dewletê li pêşiya vê dibin asteng. Lê divê ew tiştê ku em jê re dibêjin hêza dewletê jî pabendî hiqûqê bibe. Ji bo ku ew karibin pabendî hiqûqê bibin jî, divê desthilatdariya siyasî vê dorhêlê dabîn bike. Ev karê desthilatdariya siyasî ye. Anîna hemû hêzên dewletê li ser xeta rûmetkirina hiqûqê karê desthilatdariya siyasî ye. Tiştê ku em jê re dibêjin demokratîkbûn û avakirina serweriya hiqûqê, yê ku dê bike jî desthilatdariya siyasî ye. Ez mirovekî wisa me ku avakirina Komarê li Tirkiyeyê girîng dibînim. Lê ez mirovekî wisa me ku gavên şaş ên di pêvajoya avakirinê de bi taybetî di mijara Kurdan de û li ser pirsgerêka Kurd hatine avêtin jî rexne dikim. Lêbelê, avakirina Komarê li Tirkiyeyê pir girîng e, lê Komar bi demokrasiyê temam nebû. Ji ber ku bi demokrasiyê temam nekir, em îro hîna jî pirsgerêka Kurd dijîn. Ji bo çareseriya pirsgerêka Kurd demokrasî lazim e. Ew di heman demê de tacîdarkirina Komarê ya bi demokrasiyê ye, wekî biwêja klasîk. Heke em wekî Tirk û Kurd li Tirkiyeyê demokrasiyê bi cih bikin; wê demê tiştekî bi navê pirsgerêka Kurd jî namîne. Komar jî dê hatibe demokratîkirin.”

Çavkanî: MA

Van jî bibîne

 

Kubayê peyameke tund da DYE’yê: ‘Mafê me yê xweparastinê heye’
Li Amerîkayê êrişa li mizgeftê, 3 kes hatin kuştin

Nûçeyên Sereke