Li Colemêrgê bû du roj bênavber baran dibare. Ji ber barînan û heliyana berfê gund û tax di bin avê de man.
Ji ber baranên di nava du rojên dawî de û heliyana berfê, ava çem û rûbarên Colemêrgê rabû û li gelek gund û taxan lehî rabûn. Di barînan de zirar gihişt taxên navenda bajar Berçelan, Taxa Nû, Karşiyaka, Daggol û Baglarê.
Di heman demê de li gundên Marunis, Dizê, Depîn, Kelêtan Çemê Xiyo jî lehî rabûn û zirar gihişt mal û milkê welatiyan.
Welatiyan, li gorî derfetên xwe li dijî lehiyan tevdîr girtin.
/Ajansa Mezopotamya/










