Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel diyar kir ku xebatên hilbijartinê derbasî qonaxeke nû bûne û ji îro ve li 81 bjar û 973 navçeyan daketine qadê.
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel, piştî Civîna Lijneya Rêveber a Ofîsa Namzetiya Serokkomariyê, daxuyanî da. Ozel, diyar kir ku partiya wan ji îro ve li 81 bajar û 973 navçeyan bi bernameyeke tije dakevin qadan.
Ozel, got ku “parastina herî baş êriş e” û ji vir şûnde ew dadikevin qadê. Ozel, da zanîn ku ji 4’ê Gulana 2026’an ve 106 hezar peywirdarên sindoqê bi kesên wê rojê dê dengê xwe bidin re dest bi hevdîtinan dikin. Ozel got ku dê di nava du mehan de xwe bigihînin 186 hezar hedefan.
Ozel, diyar kir ku ew derbasî qonaxeke nû dibin û bi temamiya rêxistinên CHP’ê dê dakevin qadên hilbijartinê…
/Ajansa Mezopotamya/










