AMED (Nûpel) – Amedsporê bi serkeftineke mezin cihê xwe di nav tîmên herî payebilind ên Tirkiyeyê de girt. Piştî têkoşîneke dijwar a di Lîga 1. a Trendyolê de, nûnerê Amedê bi fermî derket Super Lîgê.
Bi wekheviya pûanan serkeftina dîrokî hat
Di hefteya 38. û dawîn a Lîga 1. de, Amedspor li derva bi tîma Iğdir FK re 3-3 wekhev ma. Bi vê encamê re Amedsporê pûanên xwe derxist 74an. Her çend tîma Esenler Erokspor jî gihîşt 74 pûanan, lê Amedspor ji ber averaja di navbera her du tîman de (ikili averaj) ket rêza jor û piştî Erzurumspor FKê bû tîma duyemîn ku derket Super Lîgê.
Di dîroka klûbê de cara yekem
Ev serkeftin ji bo Amedsporê û hemû alîgirên wê xwedî girîngiyeke taybet e. Klûba kesk û sor, di dîroka xwe de cara yekem e ku mafê beşdarbûna Super Lîgê bi dest dixe. Ev agahî li Amedê û li her derê ku alîgirên Amedsporê lê ne, bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin.
Pîrozbahiya yekem ji Galatasarayê hat
Piştî ku serkeftina Amedsporê diyar bû, yekem peyama pîrozbahiyê ji klûba Galatasarayê hat. Klûba zer û sor di peyama xwe de wiha got:
“Em Amedsporê ji bo serkeftina wan û ji bo ku derketine Super Lîga Trendyolê pîroz dikin.”












