Mardin û Muşspor ji bo Lîga Yekem têdikoşin

Nûçe

 Qonaxa play-offê ya Lîga Duyem a Tirkiyeyê dest pê dike û Mardin 1969 Spor û Muşspor ji bo Lîga Yekem têdikoşin.

Di maça yekem a nîvfînalê ya play-offê de, Mardin 1969a ku di “Koma Sor” de di rêza duyem de cih digire, dê li hemberî tîma Mereşê (Kahramanmaraşspor) bilîze.

Lîstik îro demjimêr 16:00an dest pê dike.

Maça rovanşê dê roja duşemê li stadyuma Mêrdînê were lîstin û tîma ku bi ser bikeve dê derbasî fînalê bibe.

Muşspor bi Aliagayê re dilîze

Mûşspor jî li Îzmîrê bi Aliagayê re dilîze û ev maç demjimêr 20:00î dest pê dike.

Muşsporê di “Koma Sor” a Lîga Duyem a Tirkiyeyê de di rêza sêyem de cih girtibû.

Maça rovanşê jî duşemê li Mûşê ye û yek ji van her du tîman dê derbasî fînalê bibe.

Batman Petrolspor bû şampiyon

Di Lîga Duyem a Tirkiyeyê komên “sor” û “spî” hene.

Tîma Batman Petrolsporê ya Êliha Bakurê Kurdistanê di “Koma Spî” de bû şampiyon û derbasî Lîga Yekem bû.

Mardin 1969 û Muşspor jî di “Koma Sor” de dilîzin û her du jî niha li play-offê ne û heke vê turê derbas bikin dê di maça fînalê de werin pêşberî hev.

 

/Rûdaw/

Van jî bibîne

 

Malbata Gulistan Dokûyê mînaka DNA’yê da
Karayilan: Pêvajo di pratîkê de ji aliyê desthilatdariyê ve hatiye rawestandin

Nûçeyên Sereke