Li Dêrikê Ji Bo Qesra Qerexanê Pêngava Restorasyonê

NÛPEL – Mîrateya dîrokî ya Qesra Qerexanê, ku yek ji nimûneyên herî girîng ên mîmarî û mîrateya pirçandî ya Dêrika Çiyayê Mazî ye, bi rêya projeyeke berfireh a nûjenkirinê dîsa vedigere ronahiya xwe ya berê. Piştî pejirandina projeyê ku ji aliyê Wezareta Çand û Tûrîzmê ve tê piştgirîkirin, karên restorasyonê bi awayekî fermî li ser avahiya tomarkirî ya li taxa Kaniya Biçûk hat dest pê kirin.

Mîraseke Zindî

Ji çar qesrên navçeyê, Qesra Qerexanê yek ji wan e. Dîroka wê bi awayekî fermî bi teqezî nayê zanîn, lê tê gotin ku bi sedan salan e heta roja me ya îro bi saxlemî maye. Ev avahî ne tenê ji aliyê fizîkî ve tê restorekirin, lê di heman demê de li gorî prensîba “parastina domdar” jî tê nûkirin.

Armanca projeyê ew e ku mîrateya çandî were parastin û zindîbûna wê ya berdewam were misoger kirin. Bi vê armancê, xisleta niştecihbûna kevneşopî ya avahiyê tê parastin da ku ev mîrat ji nifşên pêşerojê re were hiştin.

Gelê Dêrikê ji bo geştyariyê hêvîdar e

Nûjenkirina vê avahiya dîrokî, ku ji ber koçberiyê û rewşên awarte yên herêmê demeke dirêj hatibû paşguhkirin, ji aliyê şêniyên Dêrikê ve bi kêfxweşiyeke mezin hate pêşwazîkirin. Bi temamkirina restorasyonê re, tê hêvîkirin ku Qesra Qerexanê, ligel kuçeyên kevn û avahiyên dîrokî yên Dêrikê, bajêr veguherîne navendeke balkêş a geştyariyê.

Armanca vê projeyê ew e ku mîrateya çandî ya herêmê zindî bê hiştin û hebûna cih û warên dîrokî ji bo nifşên bê bi awayekî domdar were parastin.

Van jî bibîne

 

Romana Mîran Ebraham “Nîştimanê Sara” Bi Kurmancî Derket
Hesabê X yê Hevşaredar Cengîz Dundar Hat Rawestandin

Nûçeyên Sereke