NÛPEL – Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), derbarê serdana şandeya xwe ya li Fransayê û hevdîtinên diplomatîk ên li qesra Élysée yê daxuyaniyek belav kir.
Li gorî agahiyên ku li ser hesabê medya civakî yê fermî yê partiyê hat parvekirin, şandeya bi serokatiya Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Parlamentera Mûşê Sumeyye Boz û Nûnerê Ewropayê Eyyup Doru ji bo hinek têkiliyên diplomatîk li paytexta Fransa Parîsê bûn.
Hevdîtina li Qesra Élysée
Şandeya DEM Partiyê li Qesra Élysée bi Şêwirmendê Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ê li ser karûbarên Ewropaya Parzemînî û Tirkiyeyê, Bertrand Buchwalter re civiya.
Di daxuyaniya partiyê de derbarê naveroka hevdîtinê de hat gotin:
“Hevserokê me yê Giştî Tuncer Bakirhan, Parlamentera me ya Mûşê Sumeyye Boz û Nûnerê me yê Ewropayê Eyyup Doru, ji bo hinek hevdîtinên diplomatîk li Fransayê bûn. Şandeya me li Parîs Élysée bi Şêwirmendê Macron, Bertrand Buchwalter re hevdîtinek pêk anî.”










