NÛPEL – Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) û Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk (DAKB) diyar kirin ku îfadeya “paşmayiyê şûr” veguheriye biçûkxistineke dîrokî ya li dijî civaka Elewî. Wan destnîşan kir ku ev ziman ne tenê gotineke takekesî ye, lê belê berhema hişmendiyekê ye ku neyeksaniya civakî û nefretiyê xwedî dike.
Gotinên Mine Kirikkanat ên ku ji bo Kemal Kiliçdaroglu gotibû ‘paşmayiyê şûr ê krîpto’, hîna jî rastî bertekan tên. FEDA û DAKB’ê der barê îfadeya “paşmayiyê şûr” de daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de hate vurqulandin ku ev îfade zimanekî weha ye ku civaka Elewî dike armanc û êşên kûr û komkujiyên dîrokî tîne bîra mirovan.
PARASTINA “MIN NEDIZANΔ NAYÊ PEJIRANDIN
Saziyan parastina nivîskarekê ya ku piştî rexneyan gotibû “min nedizanî” jî nirxandin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev nêzîkatî nayê pejirandin û hat gotin ku zimanê hatî bikaranîn ne îfadeyeke asayî ye, lê belê gotineke weha ye ku cudakariyê xwedî dike û nefretiyê rewa dike. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hişmendiya serdest xwe li ser Elewî, Kurd, jin û xwezayê ji nû ve hildiberîne û hat diyarkirin ku ev ziman ne tenê bi gotinê sînordar e; di heman demê de şêweyekî serdestiyê ye.
Di metnê de hat bibîrxistin ku îfadeya “paşmayiyê şûr” di warê dîrokî de bi armanca biçûkxistina kesên ku ji komkujiyan sax filitîne hatiye bikaranîn û hat destnîşankirin ku ev gotin bi taybetî li dijî civaka Elewî dûrxistineke kûr dihewîne.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bikaranîna vî zimanî ji aliyê nivîskarekê ku nasnameya jinê hildigire, balkêş e û hat nîşandan ku zimanê mêrane û dûrxistiner heta çi astê hatiye hundurînkirin. Hat gotin ku ev rewş ne tenê nakokiyeke takekesî ye, di heman demê de meseleyeke weha ye ku divê di warê civakî de were lêpirsîn.
“EV NE TENÊ ŞEŞTİYEKÎ TAKEKESÎ YE”
FEDA û DAKB’ê diyar kirin ku ev gotin ji şaştiyeke takekesî wêdetir e û ji bêdengiyeke birêxistinkirî û neyeksaniya hundurînkirî tê xwedîkirin û ev pirs kirin:
“Zimanekî ku civakekê tune dihesibîne, biçûk dixe û nefretiyê mezin dike, çawa dikare bi vî rengî bi hêsanî were bikaranîn? Ev gotina ku gelê bi êşên dîrokî hatiye strandin dike armanc, çawa dikare ji nû ve were hilberandin?”
Di daxuyaniyê de her wiha hat hişyarkirin ku heta bi raboriyê re rûbirûbûn pêk neyê û makezagoneke demokratîk a ku wekheviya gelan garanti dike neyê avakirin, dê gotinên bi vî rengî bidomin.
“NASNAMEYA ELEWÎ RÛMETA ME YE”
Di dawiyê de hat vurqulandin ku divê li dijî îfadeyên bi vî rengî helwesteke birêxistinkirî were nîşandan û hat gotin: “Tu bawerî nayê biçûkxistin û nabe ku bibe armanc. Nasnameya Elewî rûmeta me ye. Elewî ne ‘paşmayiyê şûr’ in, heqîqeta qedîm a vê coxrafyayê ne.”
/Çavkanî: Pîrha/










