WAN (Nûpel) – Li navçeya Şaxê ya Wanê, piştî ku pira bi tenê ya Gundê Reşanê ji ber xetereya hilweşînê hat girtin, niştecihên gund 10 roj in di gund de asê mane.
Gundê ku nêzî 35 kîlometre dûrî navenda Şaxê ye, ji ber zirar dîtina pirê ji aliyê rayedaran ve ji bo ewlehiyê ji çûnûhatinê re hat girtin. Bi girtina pirê re, têkiliya gund û navçeyê bi temamî qut bû.
Ji ber vê rewşê, xwendekar nikarin biçin dibistanên xwe û gundî neçar dimînin ku nexweşên xwe yên giran bi pişta xwe heta ambulansên li aliyê din ê pirê veguhêzin. Hevşaredarên Şaxê Gulten Baran û Reşat Eraslan li herêmê lêkolîn kirin û pirsgirêkên welatiyan ji nêz ve dîtin.
‘40 malbat û bi dehan xwendekar mexdûr in’
Niştecihê gundî Cimşît Ertem diyar kir ku pira berî 10 salan hatibû avakirin divê ji nû ve bê çêkirin û got:
“Hefteyek e xwendekarên me nikarin biçin dibistanê. Gel mexdûr bûye, di warê xwarinê de zehmetî hene. Nexweşek me hebe, ketin û derketin girtî ye. Em daxwaz dikin ku pira me çêbikin. Em pêdiviyên xwe bi pişta xwe an jî bi erebokên destan ji ser pirê derbas dikin.”
Niştecihê bi navê Mehmet Sait Ertem jî bal kişand ser xetereyê û got:
“Rewş diyar e, pir xeter e. Leşker li ber pirê sekinîne û nahêlin kes derbas bibe. Gundekî 40-50 malî ye û derdora 250 kes tê de dijîn, em hemû asê mane. Riya zozanên me jî girtî ye. Divê çareyekê bibînin.”
‘Îhale hat betalkirin, gund mexdûr ma’
Hevşaredara Şaxê Gulten Baran anî ziman ku beriya tayînkirina qeyûm, bi Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şedal û Abdullah Zeydan re xebat dabûn destpêkirin û îhaleya pirê jî hatibû kirin. Baran diyar kir ku piştî hatina qeyûm îhale hat betalkirin û ev biryar bû sedem ku gundek ji jiyanê qut bibe.
Baran got:
“Yên ku îhale betal kirin, rewşa vê pirê bi zelalî dizanibûn. Piştî qeyûm hat, bi betalkirina îhaleyê gund di vê rewşê de hiştin. Niha rêveberiya Şaredariya Bajarê Mezin di destê qeyûm de ye; em daxwaz dikin ku di zûtirîn dem de dest bi çêkirina vê pirê bikin.”
/Çavkanî: ANKA/










