Sumeyye Boz: Li Kurdistanê talana xwezayê bi polîtîkayên ‘ewlehiyê’ tê meşandin

Nûçe

NÛPEL – Wekîla DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz, derbarê talana xwezayê ya li Mûşê û herêmê ku berdewam dike axivî. Boz diyar kir ku li Kurdistanê proje ne tenê ji bo aboriyê, lê ji bo “fetisandina jiyanê” tên amadekirin û li dijî talana xwezayê banga têkoşîna hevpar kir.

Wekîla Mûşê Sumeyye Boz, têkildarî projeyên Santralên Enerjiya Jeotermal (JES) ên li Gimgimê û talana li ser Çemê Miradê û Deşta Şênê, ji ajansa me re axivî. Boz bal kişand ser polîtîkayên texrîbata ekolojîk a li Kurdistanê û destnîşan kir ku li herêmê xweza bi polîtîkayên “ewlehiyê” tê talankirin.

‘Li Kurdistanê armanc qirkirina jiyanê ye’

Sumeyye Boz diyar kir ku daristanên wan tên talankirin, avên wan tên jehrîkirin û wiha got: “Ev projeyeke dagirkeriyê ye. Li aliyê Tirkiyeyê ev polîtîka bi hişmendiya aborî û kapîtalîzmê tên meşandin. Lê gava mijar dibe Kurdistan; polîtîkayên ewlehiyê yên sed salan û kapîtalîzm digihîjin hev. Li vir her cure tunekirin, qirkirin û fetisandina jiyanê derdikeve holê.”

‘Divê gelên li Mûşê mil bidin hev’

Di berdewama axaftina xwe de Sumeyye Boz bal kişand ser rewşa pirçandî ya Mûşê û banga têkoşîna hevpar kir: “Mûş ne bajarekî homojen e; tê de Ereb, Tirk, Kurd, Laz û Çerkez hene. Parastina Mûşê bi helwesta jiyaneke demokratîk pêkan e. Ji bo afirandina jiyaneke nû û civakeke demokratîk, divê em têkoşîna ji bo xwezayê û azadiya jinê berfireh bikin û têkiliya wan a bi hev re bihonin.”

‘Heta encameke hiqûqî pêk tê, divê têkoşîn bidome’

Sumeyye Boz derbarê nîqaşên li ser “pêvajoyê” jî sekinî û bal kişand ser rola Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Boz destnîşan kir ku heta pêvajoyeke şênber û hiqûqî neyê avakirin, divê têkoşîn neyê sistkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî:

“Heger em têkoşînê nekin û bibêjin ‘pêvajo heye’, em ê winda bikin. Desthilatdarî polîtîkayên xwe berdewam dike, em ê jî têkoşîna xwe bikin. Her çiqas hêviya me ji aştiyê hebe jî, divê em îhtimala biryarên neyînî yên desthilatdaran jî ji bîr nekin.”

/Çavkanî: AW/

Van jî bibîne

 

Li Wanê pir hilweşiya: Gundê 40 malî 10 roj in asê maye
Li Kirmaşanê Bîlançoya Şerê 40 Rojî: 50 Sivîl Şehîd Ketin

Nûçeyên Sereke