Tulay Hatîmogullari: Aştî ji bo me ne taktîkek e, stratejiya bingehîn e

Nûçe

NÛPEL – Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, di 5emîn Kongreya Asayî ya rêxistina Edeneyê de axivî û got: ”Aştî ji bo me ne taktîkek e, lê stratejiya bingehîn e.”

Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê 5emîn kongreya xwe ya asayî li dar xist. Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogullari, parlamenterên herêmê, hevserok û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî beşdarî kongreyê bûn.

Hatîmogullari bi Kurmancî, Erebî û Tirkî xêrhatina beşdaran kir. Wê silavên xwe ji Dayikên Aştiyê, Hevserokên Giştî yên HDPê yên girtî Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, Leyla Guven, Ayşe Gokkan û hemû girtiyên siyasî re şandin. Her wiha di şexsê Îsmaîl Agaç, Kadrî Bagdu û Metîn Alataş de, hemû kesên ku di têkoşîna aştî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn.

Hatîmogullari da zanîn ku ji ber şerên li çar aliyê cîhanê didomin, fikarên mezin hene û wiha got:

“Şerê di navbera Îran û Îsraîlê de tevî agirbestê jî bi xeterî didome. Şerê li van axan dest pê kiriye, li welatên cîran belav dibe û metirsiya çekên nukleerî heye. Ji ber vê yekê, divê em têkoşîna aştiyê xurt bikin.”

Jinan felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dan nasîn

Tulay Hatîmogullari diyar kir ku ew haydarî lîstikên qirêj ên desthilatdariyê ne û wiha pê de çû:

“Em dizanin ku jinan, bi taybetî li herêmê û li Rojava, modelek ava kirin ku bibe mînak ji bo Sûriyeyê. Wan têkoşîneke mezin da û bedelên giran dan. Xebatên jinan ên li Rojava ne tenê ji bo Sûriyeyê, lê li dijî serdestiya mêr jî têkoşîneke pir girîng e. Wan felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li hemû cîhanê da nasîn û hezkirin.”

‘Aştî ne hesabê hilbijartin û siyasetê ye’

Hatîmogullari destnîşan kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bangeke dîrokî kiriye:

“Em heta dawiyê li pey banga dîrokî ya Birêz Ocalan in û ji bo ku ev bang bi ser bikeve, em ê çi ji destê me bê bikin. Ji bo me aştî ne gaveke demkî yan jî taktîkek e. Aştî ne hesabê siyaset û hilbijartinê ye; ji bo me aştî stratejîk û jêneveger e. Divê Kurd, Tirk, Ereb û hemû neteweyên li vê herêmê dijîn xwedî li banga Birêz Ocalan derkevin. Birêz Ocalan bi vê bangê xwest ku pirsgirêka Kurd ji zemîna şer ber bi avakirina aştiyê ve biguherîne. Aştiya birûmet dermanê gelek xirabiyan e.”

Krîza aborî û sînorê birçîbûnê

Hatîmogullari bal kişand ser rewşa aborî ya li Tirkiyeyê û got:

“Li Tirkiyeyê zêdetirî 80 milyon welatî dijîn û 50 milyon ji wan di bin sînorê birçîbûnê de ne. Karkerên madenê ji bo mafên xwe têdikoşin. Zarok û xwendekar birçî diçin dibistanê. Çukurova ku warê çandiniyê ye, îro di nav xizaniyê de ye. Dayik ji bo zarokên xwe bermahiyên sebzeyan ji bazaran kom dikin. Heke rewşa Çukurovayê wiha be, bifikirin ka rewşa Stenbol, Enqere û Îzmîrê çawa ye.”

Banga ji bo gavên şênber

Hatîmogullari bang li rayedaran kir ku gavên şênber bavêjin:

“Hemû civak li benda gavan e. Divê biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) werin pêkanîn. Pêkneanîna van biryaran binpêkirina qanûnan bixwe ye. Di çarçoveya biryarên DMMEyê de divê girtiyên siyasî werin berdan. Her wiha divê hevşaredarên me yên girtî werin azadkirin, pergala qeyûman were betalkirin û qeyûm werin vekişandin.”

‘Jin û ciwan pêşeng in’

Tulay Hatîmogullari di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku barê avakirina jiyaneke nû li ser milê jin û ciwanan e:

“Jiyana sosyalîst dê li ser milê jin û ciwanan ava bibe. Jin her dem li qadan bûn û dema şer giran bû, wan herî zêde li ber xwe da.”

Piştî axaftina wê, kongre bi dawî kirin.

/Çavkanî: MA/

Van jî bibîne

 

Mehmet Turkmen: Ez ji bo pergala patronan berdewam bike girtî me
Îran: Tengava Hurmizê dê bi ti awayî venegere rewşa berê

Nûçeyên Sereke