NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, têkildarî hewldana êrîşa çekdarî ya ku di şîva Komeleya Nûçegihanên Qesra Spî de pêk hat û Serokê DYA’yê Donald Trump jî lê amade bû, daxuyaniyek belav kir.
Erdogan di peyama xwe de hewldana êrîşê bi tundî şermezar kir û kêfxweşiya xwe anî ziman ku di bûyerê de ti ziyan negihîştiye Serokê DYA’yê Donald Trump û hevjîna wî Melania Trump.
“Di Demokrasiyê de Cihê Tundiyê Tune Ye”
Serokomar Erdogan di daxuyaniya xwe de bal kişand ser nirxên demokrasiyê û wiha got:
“Di demokrasî û pergalên demokratîk de têkoşîn bi raman û fikran tê meşandin; ji bo her cûre tundiyê cih tune ye.”
Erdogan di dawiya peyama xwe de ji bo Serok Trump, malbata wî, rêveberiya DYA’yê û gelê Amerîkayê daxwaza “derbasbûnê” kir.










