Îran ji bo Muzakereyên bi DYA’yê Mercê Xwe Eşkere Kir: ‘Na ji bo Zextan’

CîhanNûçe

NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan ragihand ku heta dorpêç û zextên Amerîkayê berdewam bikin, ew ê nebin beşek ji “muzakereyên ferzkirî”. Di heman demê de, piştî betalkirina serdana şandeya DYA’yê ji bo Pakistanê, aloziya dîplomatîk kûrtir bû.

Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan, têkildarî polîtîkayên zextê yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û hebûna leşkerî ya li herêmê daxuyaniyên girîng da. Pezeşkiyan destnîşan kir ku ger şert û mercên wekhev neyên peydakirin, Tahran bi tu awayî rûne ser maseya muzakereyê.

Pezeşkiyan: ‘Pêşî Divê Astengî Werin Rakirin’

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îranê IRNA’yê, Pezeşkiyan bi Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf re bi têlefonê axivî. Pezeşkiyan diyar kir ku astengiyên deryayî û qadî yên DYA’yê li pêşiya dîplomasiyê bendên mezin in û wiha got:

“Şîreta me ya eşkere ji bo DYA’yê ev e; ger zemînek ji bo çareserkirina pirsgirêkan were avakirin, divê berî her tiştî dorpêç û astengiyên operasyonel werin rakirin. Îran di bin zext, gef û dorpêçê de nakeve nav muzakereyên ferzkirî.”

Pezeşkiyan destnîşan kir ku Îran ne aliyê şer e û aramiyê dixwaze, lê muzakere tenê di çarçoveya hiqûqa navneteweyî û rêza dualî de dikarin pêş bikevin.

Pakistan: ‘Guhertina Rejîmê Ne Rastbîn e’

Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf jî di axaftina xwe de piştgirî da Îranê û diyar kir ku bi welatên wekî Tirkiye, Qeber û Erebistana Siûdî re ji bo kêmkirina tansiyonê di nava têkiliyan de ne. Şerîf destnîşan kir ku gelê Îranê xwedî berxwedaneke mezin e û got, “Hêviyên ji bo guhertina rejîmê ne rastbîn in.”

Pêvajoya Muzakereyê di Rawestgeha ‘Îslamabad’ de Temsix Bû

Di dema ku dihat hêvîkirin Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî û Nûnerê DYA’yê Witkoff li Pakistanê hevdîtineke nerasterast bikin, Serokê DYA’yê Donald Trump serdana şandeya xwe betal kir. Ev yek bû sedem ku gumanên li ser pêvajoya dîplomatîk zêde bibin.

Lêgerîna Eraqçî ya ji bo Dîplomasiyê:

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî, piştî hevdîtinên li Îslamabadê derbasî paytextê Omanê, Maskatê bû. Eraqçî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha got:

“Me çarçoveyek ku dikare şer bi dawî bike pêşkêş kir.”

“Hîn min nedîtiye ku DYA di mijara dîplomasiyê de xwedî vîna rastî û cidî be.”

Van jî bibîne

 

Tanrikulu: Berî her tiştî ji Vedat Aydin dest pê bikin
Peyamên Ocalan li ser Yekîtiya Neteweyî…

Nûçeyên Sereke