NÛPEL– Di panela ku ji aliyê xwendekarên Dersîmî ve li Zanîngeha Stuttgartê hat lidarxistin de, cihê ziman di nasnameya çandî de, xetereya asîmilasyonê û girîngiya xebatên akademîk hatin nîqaşkirin.
Xwendekarên Dersîmî yên ku li Zanîngeha Stuttgartê dixwînin, bi sernavê “Di navbera welat, kevneşopî û cîhana dîjîtal de zimanek” panelek li dar xistin.
Di çalakiyê de ku eleqeyeke mezin dît, wateya ziman a ji rabirdûyê heta îro û pirsgirêkên ku îro pê re rû bi rû ne, bi her alî ve hatin nirxandin.
Zimannas Mahir Dogan û Mehmet Şahin ê ku di saziyên cuda de kursên Kirmanckî dide, wekî axaftvan beşdarî panelê bûn. Piştî pêşkeşiyên di panelê de, beşdaran nêrîn, pêşniyar û pirsên xwe anîn ziman.
Mehmet Şahin di axaftina xwe de bal kişand ser keda mezin a pêşiyan di gihandina ziman a heta roja îro û diyar kir ku ev hestiyarî îro bi awayekî cidî kêm bûye. Şahin da zanîn ku pêvajoya asîmilasyonê her ku diçe kûrtir dibe; her çend derfetên kursan û rêbazên hînbûnê zêde bûne jî, eleqeya ji bo ziman di asteke sînordar de maye.
Zimannas Mahir Dogan jî behsa girîngiya xebatên akademîk ên ji bo parastin û pêşxistina ziman kir. Dogan anî ziman ku ji bo ev xebat ber bi pêş ve herin, hewcedarî bi hewildanên zêdetir heye. Wî bi slaytan pêşkeşiyek kir û tê de dabeşbûna erdnîgarî ya ziman, guherîna ziman li gorî herêman û xebatên heta îro hatine kirin, parve kirin. Dogan destnîşan kir ku ziman li gorî pîwerên (standartên) diyar pêş dikeve û ji bo ku ziman bibe zimanê xwendinê, divê hestiyariya civakî zêde bibe.
Panel bi parvekirina nêrîn û pêşniyarên beşdaran bi dawî bû.
/Çavkanî: Pîrha/










