Daxwaza berdana rojnamevanên girtî hate kirin

ÇapamenîNûçe

Sendîkaya rojnamevanan û Navenda Metro bi daxuyaniyeke hevpar xwest, dawî li girtina pênûsên azad bê anîn û rojnamevanên girtî bêne berdan.

Li Otêla Rama ya li bajarê Silêmaniyê, bi boneya 128’emîn salvegera Roja Rojnamevaniya Kurdî, şaxa Silêmanî ya Sendîkaya Rojnamevanên Herêma Kurdistanê û Navenda Metro ya ji bo Mafên Rojnamevanan, daxuyaniyek çapemeniyê dan.

Destpêkê Rêveberê Navenda Metro Diyarî Mihemed axivî. Diyarî got ku hîn jî gelek hevalên wan ên rojnamevan di girtîgehê dene û got; ‘‘Divê desthilata dadweriyê li dozên ku li rojnamevanan hatine vekirin, vegere û rêzê li karê rojnamevanê bigire. Divê pênûsên azad neyên girtin û hemû bên berdan.’’

Piştre sekretere şaxa Silêmanî ya Sendîkaya Rojnamevanan Karwan Enwer jî axivî û got; ‘‘Kurd tekane milete ku li axa biyanî û di nav şikeftan de rojname derxistiye, lê belê niha rojnamevan di rewşeke dijwar de ne. Pêwîste hikûmet sîgorteya civakî, tenduristî û zeviyan ji bo rojnamevanan dabîn bike.’’

Di daxuyaniyê hate xwestin ku Yasaya Mafê Destketina Zanyariyan were aktîfkirin û her rojnamevanek ku zanyarî jê hatibe dizîn, mafê wî hebe ku gilî tomar bike.

Di dawiyê hate gotin ku gelek caran di dema îmzekirina peymanan de mafên rojnamevanan tên binpêkirin, lewma pêwîste aliyên peywendîdar çavdêriyeke hûr li ser mafên rojnamevanan bike.

/Jêder: ANF/

Zarokên Zarokîstan û Mîrasa Dîrokî-Çandî Gihîştin Hev
Çete û mafya bûne belaya serê dikandaran: Li Amedê çi rû dide?

Nûçeyên Sereke