🔴Mûrat Denîz ku dev ji karê xwe yê restorasyonê berda û dikaneke tizbiyan vekir, kevirên xwezayî yên ku ji welatên mîna Ûkraynayê tîne tiraş dike û bi wan ji bo zarokan zendik û ji bo jinan jî gerdeniyan çêdike.
Li navçeya dîrokî ya Sûrê ya Amedê kevirên xwezayî, mircan, zîv û dar hîn jî ji hêla hosteyên jêhatî ve tên şekilkirin û dibin tizbî û tiştên xemilandinê. Yek ji van kesan Mûrat Denîz e. Di dikana xwe ya piçûk de, Deniz kevirên xwezayî yên ji Ukrayna û welatên din hatine îtxalkirin bi kar tîne û şikil dide wan û bi wan zendik/destbend û tizbiyan çêdike. Ew tizbiyan bi tevn û rengên cuda çêdike, li gorî nirxa keviran bihayê van tiştan diyar dike.
Deniz vîtrinên dikana xwe bi tizbiyên û xişrên ku çêkirine xemilandiye. Ew hem çêkirina van tiştan û hem jî firotina wan didomîne. Deniz diyar kir ku berî çêkirina tizbiyan, wî di karê restorasyona dîrokî de xebitiye û di kevirçêkirinê baş bûye û got: “Dema ku pismamê min fêrî min dikir, wî tenê ji min xwest ku ez biceribînim, lê piştî ku min ceriband, min nikarîbû dev ji vî karî berdim. Min dev ji karê xwe berda û dikanek vekir ku ez dikarim tizbiyan çêbikim. Ez ji vî pîşeyî ewqas kêfxweş im ku dema çêkirina tizbiyan ez qet aciz nabim.”
Denîz destnîşan kir ku civak baweriya xwe bi enerjiya keviran tîne û got ku rezîna çamê, yek ji materyalên ku tê bikar anîn, ji bo bronşît û guatrê baş e. Denîz got: “Ez morîkên xam ji Ukraynayê tînim. Hemû kevir xwezayî ne. Di nav gel de tê gotin ku ev kevir enerjiyê didin an jî enerjiya xirab dimijin. Ji ber vê yekê ez ji bo pitikan destbendan/zendikan û ji bo jinan gerdeniyan çêdikim. Ji bo ku gerdenî şiklê xwe winda nekin, ez bi gelemperî tenê hewce dikim ku qiraxên hişk ên keviran nerm bikim, da ku gerdenî pir wextê min negirin. Lê çêkirina tizbiyekê hema hema tevahiya rojê digire.”
Denîz diyar kir ku morîkên ku ew bi kedeke mezin çêdikin, ji hêla kargehên ku ji plastîk û materyalên kîmyewî pêk tên ve tên hilberandin û firotin û ev zirardar in ji ber ku tiştên kîmyewî dihewînin. Denîz her wiha got ku ew pêşniyaz nake ku zarok van morîkan bi kar bînin.
/Jêder: Ajansa Mezopotamya/










