🔴 Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê têkildarî darvekirinên li Îranê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Hevpeymaniyê, diyar kir ku divê mijara tepeserkirina navxweyî li Îranê û darvekirinan jî di Konseya Ewlehiyê ya Netewên Yekbûyî de bibe mijareke bingehîn û divê biryarên dijwar li dijî rejîmê werin girtin.
Pêla nû ya darvekirinên li Îranê û bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê bi awayekî metirsîdar didome.
Di nav bangên mirovî û hiqûqî de, Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê jî di vê der barê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye;
Dewleta tepeserkirinê ya Komara Îslamî ji bo veşartina şikestinên xwe yên siyasî, leşkerî û ewlehî, li Îranê û bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê, pêleke nû ya darvekirin û girtina siyasî daye destpêkirin.
Hevpeymaniya me bawer dike ku cezayê darvekirinê, ji bo kesên ku bi tohmetên bê bingeh ên ‘sîxurî’ ji bo biyaniyan an ‘şerê çekdarî’ li dijî rejîmê têne girtin, di rastiyê de çekeke tolhildanê ye li dijî gelê têkoşer û mafxwaz.
Hevpeymaniyê diyar kir ku civaka navnetewî nikare darvekirina bi sedan girtiyan li Îranê tenê wekî ‘binpêkirina mafên mirovan’ bibîne.
Di şûna wê de, divê van kiryaran wekî ‘tawanên şer’ û ‘tawanên li dijî mirovahiyê’ nas bike û li dijî van tawanan tedbîran bigire.
Hevpeymaniyê di berdewamiya daxuyaniya ji bo rawestandina darvekirinan de ev pang kir:
Em bang li Netewên Yekbûyî, Parlamentoya Ewropayê û hikûmetên demokratîk dikin ku zextê li ser Komara Îslamî ya Îranê zêdetir bikin, têkiliyên dîplomatîk bi wê re rawestînin da ku ew ji berdewamiya sûcên xwe rawestîne.
Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê di heman demê de bang li netew û partiyên sîyasî yên Îranê yên ku li dewleta Îranê ne kir ku yekîtî û hevgirtina xwe xurt bikin.
Ji bo gelê Kurd jî diyar kir ku ew di wê baweriyê de ne ku wê gelê Kurd rêxistinkirina refên xwe, têkoşîn û berxwedana xwe wekî her carê bersiva polîtîkayên dewleta Îranê bide.
/çawkani: nucetv.net/










