NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Di çarçoveya lêpirsîna windabûna Gulistan Doku de, Waliyê berê yê Dersîmê Tuncay Sonel ku hatibû destserkirin, ji bo îfadeyê sewqî edliyeyê hate kirin.
Lêpirsîna derbarê Gulistan Doku ya ku ji 5’ê Çileya 2020’an vir ve li Dersîmê winda ye, bi biryarek nû berfirehtir bûye. Di operasyona dawî de, ku di nav de Waliyê wê demê yê Dersîmê Tuncay Sonel jî hebû, 15 kes hatibûn destserkirin.
11 Kes Hatin Girtin
Li gorî agahiyên dawî, ji 15 kesên ku di çarçoveya lêpirsînê de hatibûn binçavkirin, piştî karûbarên li ewlehiyê 11 kes hatin girtin. Tuncay Sonel Sewqî Edliyeyê Hate Kirin
Waliyê wê demê yê Dersîmê Tuncay Sonel ku niha weke gumanbar tê pirsîn, karûbarên wî yên li Midûriyeta Ewlehiyê ya Erziromê bi dawî bûn. Sonel, piştî kontrola tenduristiyê ji bo dayîna îfadeya dozgeriyê birin Edliyeya Erziromê.










