Hogir Berbir: Xezal, Sonda Bê Hîpokrat û Melayê Bê Terqîn e!

Nîvîskar

NÛPEL – Xezal, mîna kaniyeke zelal û sar e ku ji kûrahiya dilê çiyayên asê, lê bi dilşewatî herikî û çû. Ew ji bin giraniya bîranînên birîndar, ji nav şopên hêsirên zuhabûyî, herikî nav dilê Kurdistana Rojhilat. Li ser sînorê nazik ê di navbera şahidiyeke xemgîn û bangewaziyeke dîrokî de rawestiya û bi wêrekî veguherî zimanê axa birîndar.

Xezal, êdî ne tenê navek e; bû semboleke herheyî ya jînê bi navê jinê. Wê jina ku di nav gerandina çerxa şer, bêdadî û neheqiyê de hatiye herisandin, lê dîsa jî wek şehîdeke zindî di wijdana civakî ya gelê xwe de şax daye; bêyî bijîjkên bi sonda Hîpokrat an jî melayên bê terqîn.

Xezal, êşa yekitiya windabûyî ye ku di dîrokê de bûye kirm û kêz û di canê kesên li ser vê xaka pîroz dijîn de kişand. Bi êşa metaforên nedîtî, bi helbestên Şêrko Bêkes hat tawanbarkirin; xwestin ku Silêmanî bibe abîdeyeke “Bêkes” ji bo Xezalê! Helbestê serê xwe li ber bedewiya wê, çelengbûna wê û wê helwesta kûr lê bi êş vereşand. Jiyana li vir êdî ne qada jiyanê bû, lê bû qada goristaneke bêjeyên tîş û mirî —her çiqas arşîveke zindî û bajarê rewşenbiriyê be jî. Dîrok xwe dubare dike, lê rastiyên civakî û mirovahiyê hêj bi cesareta pênûsê nehatine xêzkirin û rûpeleke nû venekiriye.

Ey Xezala Mewlam, keça Rojhilat! De ka were em çavekî li dîroka nêz, ne li ya dûr, bigerînin!

Ma ne Hewlêr bû ku bi navê bijîjkên bi sonda Hîpokratan sond dixwar ku jiyana her zindewerekî biparêze û lê xwedî derkeve? Lê hat dîtin ku deriyên nexweşxaneyên Hewlêrê ji celadên wan re vekirî bûn. Gerîlayên ku lê dihatin dermankirin, ji bo jiyanê bi derbên “hîpokratî” hatin gulebaran kirin û qetilkirin. Me wê demê fêm kiribû û te naskiribû, lê cardin tu bûbûyî helbestek li ser zimanê Hozan Serhed, li Hewlêrê!

Lê îro tu li Silêmaniyê yî! Bûyer û qewmînên ku li ser navê “Kurdistana Federe” tên kirin, ne ew in ku ber bi kûrahiya Şanîdarê ve diçin, ey Xezala min! Hewldanên dijwar, ên ji kûrahiya dîroka jinan dûr, li ber te —keça Rojhilatî— hatine şikandin. Bêdeng in; ker, kor û lal in. Ew pirs in, ne li benda bersivan in, lê wek brûskên ronahiyê ne ku dixwazin tarîtiya bêdengiyê li Xezala min ferz bikin, wijdana mirovahiyê di xewa giran de asê bihêlin û dengê jina kurd di kesayetiya Xezala Rojhilatî de bêdeng bikin.

Xezal, teşbîheke berxwedanê ye li hember serdemeke ku tê de “hîpokrat” bi tirs û derewan, bi navê bijîjkên “Kurdistana Federe” sond dixwin û serdest in. Dronên kujer ên ku ji asîmanê “melayan” dibarînin, tevahiya olan û mekanên baweriyê li ser bedena te ya pîr û pak bi dirb û rêbazên xedar nîşan didin. Ey Xezala Çiyayî ya Rojhilatî, tu ne kevokeke spî yî, ne tenê teyrekî rewan î, ne jî hespekî bezan î — tu şêrejineke çiyayî yî, Xezala Rojhilat î!

Ji bo wê, me li Rojava jî dît; bi navê “Allahû Ekber” sond xwarin û keziyên “Berxwedan Jiyan e!” di destên wan de li me dihejandin. Di dema xwe de diviyabû dest û tiliyên ku dirêjî ser wan keziyan dibûn bihatana şikandin; lê nexwe, îro li Silêmaniyê mizgeft û melayên mizgeftan nedibûn xwediyê wê hunerê. Bi derba birîna me li me dixin; bi derba jinê û gava dema wê tê, bi derba “biratiya olî”! Birîna me kûr e û civaka me nexweş e, Xezala min! Tu derman lê nayê. Tenê dermanek hebû ku ji fetwayên melayan û sondên hîpokratan wêdetir e: Yekîtî bû! Li Rojhilat, li ser navê yekitiyê wêneyê civakê hat xêzkirin, lê hîn jî bi derba birayê xwe tê binaxkirin.

Xezala bê nasname; xwediya nirx û keda pîroz a keda jinan; jiyan li ber te stûxwar e, zagonên mirovahiyê hatine binpêkirin, perestgeh hatine dagirkirin û parêzgerên “Jin Jiyan Azadî” neçar in li ber xwe bidin. Silêmaniya ku abîdeya Şêrko Bêkes lê zêde hat dîtin, bila ji te re jî zêde bê dîtin. Bila ev jî ahdeke li ser dilê me be ku wê bibe abîdeya Xezala Mewlan —sembola berxwedana herheyî, dengê jina ku di nava tarîtiyê de jî ronahiyê diafirîne û şehadeteke zindî ku dîrok nikare wê bêdeng bike.

Hogir Berbir

 

 

Van jî bibîne

 

Îran Kontrola li ser Tengava Hurmizê Tundtir Dike: Mercên Nû û Bac Hatine Diyarkirin
Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê: Peymana bi Îranê re nêzîk e

Nûçeyên Sereke