AMED (Nûpel) – Li navçeya Sûrê ya Amedê, bi armanca zindîhiştina bîranîn û mîrateya nivîskarê navdar Migirdîç Margosyan, “Mala Bîranînê” bi merasîmeke biheybet derîyê xwe ji serdanvanan re vekir.
Mala Bîranînê ya nivîskarê Kurd-Ermenî Migirdîç Margosyan, bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB), Weqfa Dêrên Ermeniyan (Surp Giragos û Surp Xidir Îlyas) û Weqfa DÎTAVê hate amadekirin. Armanca sereke ya vê navendê ew e ku girêdana kûr a Margosyan a bi Amedê re û mîrateya wî ya wêjeyî bigihîne nifşên nû.
Beşdariyeke Berfireh ji Bo Bîranîna “Gavûr Mahallesi”
Merasîma vekirinê li hewşa dîrokî ya Dêra Surp Giragosê hat lidarxistin. Di merasîmê de Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Hevberdevkê Meclîsa DBBê Ayhan Karatekîn, Serokê Şaxa DÎTAVê ya Amedê nivîskar Şeyhmus Dîken, Serpiskopos Aram Ateşyan, Alîkarê Serokê Weqfê Ohannes Gafur Ohanyan û gelek nûnerên saziyên sivîl û welatî amade bûn.
“Margosyan Bîra Zindî ya Vê Axê ye”
Di axaftinên ku hatin kirin de, bal hate kişandin ser nasnameya Margosyan a ku pira navbera gelan e. Axifgeran destnîşan kirin ku Margosyan ne tenê nivîskarek e, lê di heman demê de “bîra zindî” ya Amedê û Sûrê ye. Di peyamên hatin dayîn de daxwaza aştî, xwişk-biratî û parastina çanda pirrengî ya bajêr derket pêş.
Dîrok û Wêje di bin Banekî de
Piştî birîna qurdeleyê, hevşaredar û mêvanan li hundirê Mala Bîranînê geriyan. Di hundirê avahiyê de ku bi mîmariya xwerû ya Amedê hatî restorekirin, jiyan, berhem, wêneyên bîranînê û şopên nivîskar ên ji taxa ku lê mezin bibû (Taxa Filla/Gavûr Mahallesi) cih digirin.
Mala Bîranînê ya Migirdîç Margosyan, ji niha û pê de wekî navendeke çandî û hunerî dê ji hemû Amedî û dildarên wêjeyê re vekirî be.

/Çavkanî: AW/










