Hatimogullari: “Ji bo Çareseriyê Êdî Dema Qanûndanînê Ye”

Nûçe

NÛPEL – Hevseroka Giştî ya Partiya DEMê Tulay Hatimogullari, beşdarî bernameya Seferberiya Pêşverû ya Gerdûnî bû ku ji aliyê Înternasyonalîsta Sosyalist, Partiya Sosyalîstên Ewropayê (PES) û Hevpeymaniya Pêşverû (PA) ve li bajarê Barcelona yê Îspanyayê hat lidarxistin.

Di civîna ku ji gelek welatên cîhanê zêdetirî 4 hezar rêberên pêşverû, aktîvîst, akademîsyen, sendîkager û nûnerên partiyên siyasî beşdar bûn de, Tulay Hatimogullari dê sibê axaftinekê bike. Hatimogullari îro jî derbarê mijarên di rojevê de ji Ajansa Nûçeyan a ANKAyê re axivî.

Tulay Hatimogullari diyar kir ku piştî xebatên komîsyona ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li Meclîsê hatibû avakirin û di meha Sibatê de rapor herî dawî eşkere kir, êdî divê pêvajoya qanûndanînê dest pê bike. Hatimogullari destnîşan kir ku gavên berbiçav dê baweriya civakê ya bi pêvajoyê re zêde bike û weha got: “Li cihekî ku agirê şer li Rojhilata Navîn li her derê belav bûye û îhtîmala belavbûna wê ya bihêztir heye, çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêbazên aştiyane û demokratîk, dê ji bo Tirkiyeyê tişta herî xêr be û yek ji gavên herî lezgîn û elzem e. Belê, komîsyonek ava bû. Me avakirina komîsyonê bi dilxweşî pêşwazî kiribû. Komîsyonê rapora xwe pêşkêşî parlamentoyê kir. Û niha bendewarî ew e ku parlamento êdî derbasî pêvajoya qanûndanînê bibe. Bi taybetî derbarê bêçekkirina PKK’ê de, qanûneke pir bingehîn heye ku dê vê yekê pêş bixe, zêde bike û bi encam bike. Em behsa qanûneke çarçoveyê dikin, qanûneke taybet. Em girîngiyê didinê ku ev qanûn bi awayê herî berfireh di zûtirîn dem de derkeve. Ji bilî vê, wekî aktorekî sereke û muzakerevanekî sereke, hîn jî statuya Birêz Ocalan bi awayekî qanûnî û hiqûqî nehatiye pênasekirin. Pênasekirina vê yekê girîng û elzem e.”

Qeyûm û biryarên DMME’yê

Hatimogullari bal kişand ser qeyûman jî û weha anî ziman: “Ji bilî vê, bê guman çend mijarên ku em her carê tînin ziman û heta pêk neyên em ê dubare bikin hene. Yek ji van meseleya qeyûman e. Dema em li Tirkiyeyê li ser vê pêvajoyê diaxivin, divê ji bo îknakirin herî zêde gelê Kurd û derdorên mûxalîf, gavên berbiçav werin avêtin. Ev gav ne gavên ku pêdiviya wan bi qanûndanînê hebe ne. Mesela vekişandina qeyûman û vegerandina şaredar û hevşaredarên hilbijartî li ser karên wan. Di heman demê de, heke Ekrem Îmamoglu û şaredarên din ên hilbijartî werin darizandin jî, darizandina wan a bê girtî dê civakê rehet bike. Wê çaxê dema em behsa pêvajoyeke aştî û demokratîk bikin, baweriya civakê bi me zêdetir dibe. Biryareke pir girîng a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) heye. Yek derbarê Doza Kobanê de ji bo Birêz Figen Yuksekdag, Selahattin Demirtaş û hevalên wan e; biryareke din jî biryara DMME’yê ye ku Osman Kavala û hevalên wî, Can Atalay û hemû girtiyên Geziyê digire nav xwe. Pêkanîna van her du biryaran dê wijdanê civakê rehet bike û bawerî û girêdayîbûna bi vê pêvajoyê re hîn bêtir zêde bike. Ji ber vê yekê, em ê di her fersendê de bêyî ku bwestin daxwaza van gavên berbiçav bikin. Ji ber ku em dixwazin ev pêvajo bi ser bikeve.”

‘Wext ne wextê frenê ye, wextê gaza lêdanê ye’

Hatimogullari destnîşan kir ku serkeftina pêvajoya civaka aştîxwaz û demokratîk ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelên Tirkiyeyê û ji bo Tirkiyeyê lezgîn û elzem e û got: “Dema em li geşedanên li herêmê dinêrin, em di qonaxeke weha re derbas dibin ku divê em ne li frenê, lê li gazê bixin. Em hêvî dikin ku ev têkoşîn û biryardariya me ya di vê mijarê de bersivekê bibîne. Îstîşareyên ku tên meşandin, diyaloga ku nêzî sal û nîveke berdewam dike, em hêvî dikin ku em ê bi hev re encameke hevpar bi dest bixin.”

Gulistan Doku: Kî dibe bila bibe divê her kes were darizandin

Hatimogullari derbarê lêpirsîna Gulistan Doku de jî weha axivî: “Bê guman li Tirkiyeyê tevgera jinan bi dengekî bilind qîriya û got ‘Gulistan Doku li ku ye’. Malbata wê bi ked û biryardariyeke bêhempa xwedî li vê dozê derketin. Niha îhtîmala dîtina bersiva pirsa ‘Gulistan Doku li ku ye’ çêbûye. Destpêkirina vê lêpirsînê û vegerandina bi kêmanî beşek ji delîlên ku hatibûn reşkirin, em hêvîdar kirin. Eşkerebûna aqûbeta Gulistan Doku dê wijdanê civakê û jinan rehet bike. Belkî em nekaribin Gulistanê paşve bînin, lê rêya rêgirtina li ber bûyerên nû yên mîna Gulistanê, pêkanîna edaletê ya bi awayekî rastîn e. Em dixwazin ji vir banga xwe bikin: Bila serê wê biçe ku derê bila biçe; walî, serê waliyê, berpirsên vê yekê kî bin, kî ev kuştin pêk anîbe, kî bi vê zanibe û veşartibe, kî delîl reş kiribin, kî ser bûyeran girtibe, kî ji bo di tariyê de bimîne hewl dabe, divê hemû werin eşkere kirin û darizandin.”

Van jî bibîne

 

Li Gimgimê Banga Rawestandina Projeya Jeotermalê: “Em ê Rê Nedin Talankirina Xwezayê”
Diyarbekirspor bi Gola Deqîqeya Dawî di Lîgê de Ma

Nûçeyên Sereke