NÛPEL – Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê û Federasyona Komeleyên Vartoyê (VARTO-DER), li dijî projeya santrala jeotermal (JES) ku tê xwestin li navçeya Gimgimê ya Mûşê were çêkirin, daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku proje dê jiyana 16 gundan û qadên çandiniyê wêran bike.
Daxuyanî li Rêya Sakaryayê ya navçeya Çankaya ya Enqereyê hat lidarxistin. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Mûşê Sumeyye Boz û gelek welatî beşdarî çalakiyê bûn. Di daxuyaniyê de dovîzên bi nivîsên “Gimgim JESê naxwaze”, “Xweza jiyan e” û “Dest nede xwezaya min” hatin hildan û dirûşmeyên ji bo parastina xwezayê hatin berzkirin.
Bandora Projeyê li Ser 16 Gundan
Metna daxuyaniyê ji aliyê Nûnera Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê ya Enqereyê, parêzer Selvî Toprak Firat ve hat xwendin. Firat bal kişand ser metirsiya projeyê ya li ser herêmê û diyar kir ku ev gundên navborî rasterast dikevin bin bandora xetereyê:
Tatan, Qeragivej, Hemug, Çorsan, Xarik, Qasiman, Emeran, Zengena, Civarka, Canesera, Xaşxaş, Muskan, Uskuran, Şorik, Şeman û Badan.
“Xwezaya Gimgimê Ne Bazara Sermayedaran e”
Parêzer Selvî Toprak Firat diyar kir ku şîrketa bi navê IGNIS H2 Hilberîna Enerjiyê A.Ş. ku bingeha wê li Amerîkayê ye, vê projeyê dimeşîne û wiha got:
“Ev proje bêyî agahî û îradeya gelê Gimgimê hat karkirin. Heke ev santral were avakirin, dê qadên çêrê ji holê rabin, sewalkarî biqede û di encamê de birçîbûn û koçberî dest pê bike. Xwezaya Gimgimê û çemên wê ne qada bazara sermayedaran e. Em ê heta dawiyê li dijî vê talanê têkoşîna xwe bidomînin.”
Banga Ji Bo Mîtînga 24’ê Nîsanê
Parlamenter Sumeyye Boz jî piştî daxuyaniyê axivî û destnîşan kir ku dewlet û sermayedar bi zanebûn dest datînin ser erdnîgariyên herî dewlemend. Boz got: “Dibêjin proje hatiye betalkirin, lê ev ne rast e. Heta ku biryara fermî ya betalkirinê negihêje destê gelê me, em ê li qadan bin.”
Di dawiya daxuyaniyê de banga beşdarbûna mîtînga mezin a ku wê di 24’ê Nîsanê de li navçeya Gimgimê li dijî projeya jeotermalê bê lidarxistin, hat kirin.

/Çavkanî: AW/










