🔴NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel)– Piştî biryara Îranê ya derbarê girtina Tengava Hurmuzê de, Serokê Amerîkayê Donald Trump li Qesra Spî daxuyaniyeke girîng da û peyamên tund şandin. Trump destnîşan kir ku ew ê li hemberî gefên bi vî rengî serî netewînin.
“Em bi Şantajan Paşve Gav Nêvêjin”
Trump di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya stratejîk a Tengava Hurmuzê û got:
“Bila her kes bizanibe ku kes nikare şantajê li Amerîkayê bike. Em rê nadin ku ewlehiya enerjiyê û trafîka behrê ya cîhanê bibe amûrê gefan.”
Diyalog û Hevdîtin Berdewam in
Her çend zimanê Serok Trump li hemberî girtina tengavê tund be jî, wî eşkere kir ku deriyên dîplomasiyê ne girtî ne. Trump diyar kir ku di navbera her du welatan de hinek pêvajoyên danûstandinê hene û got:
“Niha hevdîtinên gelek baş berdewam dikin. Em bi Îranê re di nava peywendiyê de ne.”










