🔴Lêpirsîna derbarê xwendekara zanîngehê Gulistan Doku de, ya ku ji 5ê Rêbendana 2020an vir ve li Dersîmê winda ye, bi hûrguliyên nû yên hov berdewam dike.
NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Di dosya Gulistan Doku de geşedaneke balkêş çêbû. Hat hînbûn ku vîdyoyeke îtîrafê ya ku tê îdiakirin a Sidar Altaş (birayê gumanbar Umut Altaş ê ku tê gotin li DYA’yê ye) ye, radestî dozgeriyê hat kirin.
‘EV TIŞTÊN KU EM DIBIHÎZIN PIR PIR BIÊŞ IN’
Piştî ku dîmenên axaftina Sidar Altaş û parêzerê malbata Doku ketin nava dosyayê, xwişka Gulistanê Aygul Doku li ber edliyeyê daxuyanî da.
Aygul Doku diyar kir ku şevê din Sidar Altaş xwe gihandiye parêzerên wan û wiha got:
“Jixwe şahidê nehênî sedema mirina Gulistanê gotibû. Hat gotin ku Gulistan ji aliyê kurê waliyê wê demê, Mustafa Turkay Sonel ve rastî destdirêjiyê hatiye. Sidar Altaş gotiye ku piştî Gulistan ducanî maye, li malekê bi çekê teqandine serê wê. Em ji ber hînbûna van agahiyan dîsa pir xirab bûn. Em ê agahiyên pêwîst parve bikin. Navên nû dan. Em baweriya xwe bi Serdozgera me Ebru Cansu tînin. Ev tiştên ku em dibihîzin her carê pir biêş in. Gumana me tune ye ku Serdozgera me dê kujer Mustafa Sonel, bavê wî Tuncay Sonel ê ku delîl veşartine û wê şebekeya sûc li pêşberî edaletê hesab bide.”
DAXWAZA POŞMANIYA ÇALAK KIR
Li aliyê din, ji gumanbarên ku di 16ê Nîsanê de sewqî edliyeyê hatin kirin; polêsê ji kar hatiye avêtin Gokhan Ertok bi sûcê ‘tunekirina delîlan’ û xebatkarê Îdareya Taybet a Bajêr ê wê demê Erdogan Elaldı (yê ku bi xebata bazê hat tespîtkirin ku herî dawî têkiliya wî bi Gulistan re çêbûye) bi sûcê ‘kuştina bi qestî’ hatin girtin. Hat diyarkirin ku Gokhan Ertok, ê ku tê îdiakirin simkarta Doku xistiye telefonekê û daneyên medyaya civakî jê birine, daxwaza poşmaniya çalak kiriye. Savaş Gulturk û Suleyman Onal ên berpirsiyarên kamerayên Zanîngeha Mûzirî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
VALIYÊ BERÊ TUNCAY SONEL Û SERBIJÎŞK HATIN BINÇAVKIRIN
Duh jî Valiyekî berê yê Dersîmê Tuncay Sonel bi sûcê ‘tunekirina delîlan, veşartin an jî guhertina wan’ li Xarpêtê hat binçavkirin. Her wiha Serbijîşkê Nexweşxaneya Dewletê ya Dersîmê yê wê demê Çagdaş Ozdemir jî bi îdiaya ku qeydên nexweşxaneyê yên Gulistanê jê birine, li Bursayê hat binçavkirin. Tuncay Sonel serê sibê birin Erziromê.
LÊPIRSÎN DÊ LI ERZIROMÊ BE
Ji ber qanûn û rêziknameyan, lêpirsîna derbarê Tuncay Sonel de dê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Erziromê ve bê meşandin.
HEJMARA GIRTIYAN BÛ 9
Di çarçoveya lêpirsînê de 15 gumanbar hatibûn binçavkirin. Kesên hatine girtin ev in:
Gokhan Ertok (Polêsê berê)
Erdogan Elaldı (Xebatkarê Îdareya Taybet ê berê)
Celal Altaş
Nurşen Arıkan
Ferhat Hanedan Guven
Zeinal Abakarov (Hevalê Gulistan ê kur)
Cemile Yucer (Dayika Zeinal)
Engin Yucer (Bavê zirê yê Zeinal, polêsê berê)
Herî dawî, parêzvanê Tuncay Sonel, Şukru Eroglu jî hat girtin û bi vî rengî hejmara girtiyan bû 9. Karûbarên kurê Tuncay Sonel, Mustafa Turkay Sonel, hêj berdewam dikin.
‘MIN TEQAND SERÊ WÊ’
Di dîmenên ku ketine dosyaya lêpirsînê de Sidar Altaş van îfadeyan bikar tîne:
“Ez amade me bi qasî ku dizanim alîkar bim. Di lêpirsîna Umut de hatiye gotin ku Turkay gotiye ‘Keçik ducanî ma, min jî teqand serê wê’. Ev gotina ‘min teqand serê wê’ çend caran derbas bû.”










