🔴Civîna ku bi hevserokatiya Fransa û Îngilîstanê hat lidarxistin, bingeha mîsyoneke pirneteweyî ya “tenê ji bo parastinê” û bi temamî serbixwe ji aliyên şerker avêt.
NÛPEL – Di 17’ê Nîsana 2026’an de, di lûtkeya navneteweyî ya ku bi daxwaza Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron li Parîsê pêk hat de, 49 welatan (piraniya wan bi rêya vîdyokonferansê) piştî şerê DYA-Îsraîl-Îranê daxwaza girtina ser xwe ya ewlehiya Tengava Hurmizê kirin.
Lûtkeya ku di bin serokatiya Fransa û Îngilîstanê de birêve çû, bingeha mîsyoneke pirneteweyî ya ku ji aliyên şerker serbixwe ye û “tenê armanca wê parastin e” danî.
Nexwe “Mîsyona Hurmizê” bi rastî çi ye û çima wekî gaveke krîtîk tê dîtin?
Lîderên Ewropî yên mîna Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, Serokwezîrê Îngilîstanê Keir Starmer, Şanselyeyê Almanyayê Friedrich Merz û Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni rasterast beşdarî lûtkeyê bûn, lê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) beşdar nebu.
Rojeva sereke ya civînê, dabînkirina domdar a azadiya deryavaniyê li Tengava Hurmizê bû ku nêzîkî pêncyeka bazirganiya neft û gaza xwezayî ya şilkirî (LNG) ya cîhanê di wir re derbas dibe. Macron destnîşan kir ku ew daxwaza vekirina tengavê ya “bi temamî, tavilê û bê şert” dikin; Starmer jî diyar kir ku “tengav nabe bibe milkê taybet, derbasbûn nabe bi pere be an jî bête sînordarkirin.”
Xislet û çarçoveya Mîsyona Hurmizê
Mîsyon, wekî avahiyeke li ser parastinê û bêalî, cuda ji aliyên şerker (DYA, Îsraîl û Îran) hat sêwirandin. Di nav hêmanên plankirî de; parastina leşkerî ya ji bo keştiyên bazirganî, paqijkirina mayînan, parvekirina îstîxbaratê û prosedûrên ragihandinê yên bi dewletên perravê re hene.
Lîderên Ewropî ragihandin ku mîsyon dê “gava şert û merc guncav bin” bikeve dewrê û hefteya bê li Londonê konferansek ji bo zelalkirina hûrguliyên leşkerî were lidarxistin. Hat diyarkirin ku ji welatên beşdar pêşniyarên girîng hatine girtin û armanca mîsyonê zelal e: Rêgirtina li girtina tengavê ya ji nû ve û misogerkirina herikîna enerjiyê ya cîhanî.
Ev hewildan, piştî daxuyaniya Îranê ya ku gotibû di heyama agirbestê ya heta 22’yê Nîsanê de tengavê ji bo trafîka bazirganî vedike, hat. Lê belê, daxuyaniya DYA’yê ya ku dibêje blokaya li ser benderên Îranê “heta ku hevkariya 100% pêk neyê” dê berdewam bike, nezelaliya li herêmê diparêze. Ji ber girtina hefteyan, bi hezaran keştî û deryavan asê mabûn û bazarên enerjiyê yên cîhanê hejiyabûn.
Refleksên jeopolîtîk
Lûtkeya Parîsê ne tenê birêvebirineke lojîstîk e; di heman demê de refleksa berbiçav a lêgerîna Ewropayê ya ji bo “rêya sêyem” di ewlehiya enerjiyê de ye. Welatên Ewropî bi redkirina helwesta leşkerî ya tund a DYA’yê, kapasîteyên xwe yên parastinê derdixin pêş. Ev yek nîşaneya nêzîkatiyên cihêreng e ku di nav NATO’yê de jî derdikevin holê. Tekziya mîsyonê ya li ser “bêalîbûnê”, hem naxwaze rageşiyê bi Îranê re zêde bike, hem jî armanc dike ku girêdayîbûna bi DYA’yê kêm bike.
Berteka Trump û helwesta wî ya niha
Serokê DYA’yê Donald Trump bi awayekî zelal anî ziman ku ew ê blokaya DYA’yê ya li Tengava Hurmizê “heta peymana bi Îranê re 100% temam bibe” bidomîne. Trump destnîşan kir ku tevî vekirina tengavê ji bo keştiyên bazirganî, blokaya li ser benderên Îranê dê berdewam bike; wî bang li hevalbendên xwe kir ku beşdarî operasyona blokayê bibin û yên ku beşdar nebûn bi “tirsonekî” rexne kir.
Piştî ku DYA bo Lûtkeya Parîsê nehat vexwendin, Trump NATO wekî “bêkêr” û “pilingê kaxezî” bi nav kir û peyama “Hûn ji bo me li wir nebûn, em ê jî nebin” da lîderên Ewropî.
Di vê çarçoveyê de, Mîsyona Hurmizê rasterast dibe alternatîfek ji bo stratejiya Trump a “fişara herî zêde”. Bi vebijartina mîsyoneke “tenê ji bo parastinê” li şûna helwesteke êrîşkar mîna blokayê, welatên Ewropî girêdayîbûna xwe ya bi DYA’yê kêm dikin û balê dikşînin ser “otonomiya stratejîk”. Ji bo Trump, ev yek geşedanek e ku perçebûna di nav NATO’yê de kûr dike û îdiaya wî ya serokatiyê qels dike.
/Çavkanî: ÎlkeTv/










