🔴NÛPEL – Di çarçoveya dosyaya Gulistan Doku de, ji bo 14 kesan biryara binçavkirinê hat dayîn û 13 kes hatin binçavkirin. Parêzerê malbata Doku, Ali Çimen got: “Rayedarên payebilind ên dewletê hîn nehatine binçavkirin, îhtimal e ku ew jî werin girtin. Ji vir û pê de, divê rayedarên payebilind û rêxistina sûc a ku li dora wan çêbûye were eşkere kirin.” Hat hînkirin ku malbata Doku çûye edliyeyê û dê bi dozger re hevdîtinê bike.
Di lêpirsîna Gulistan Doku ya ku di 5ê Çileya 2020an de li Dersîmê winda bibû de, geşedaneke nû rû da. Di çarçoveya lêpirsînê de ji bo 13 gumanbaran biryara binçavkirinê hat dayîn; di serdegirtinên li Stenbol, Enqere, Dersîm, Antalya û Xarpêtê de 11 kes hatin binçavkirin.
Kurê waliyê wê demê yê Tunceliyê, Mustafa Turkay Sonel û gumanbarê sereke yê lêpirsînê Zeinal Abakarov jî di nav kesên hatine binçavkirin de ne.
Kesên ku biryara binçavkirinê ji bo wan hatî dayîn ev in:
”Zeinal Abakarov, Engin Yücer (zirbavê Zeinal ku polîsekî berê ye), Cemile Yucer (diya Zeinal), Ugurcan Açikgoz (hevalê Mustafa Turkay Sonel), Erdogan Elaldi (kesê ku wê demê li Îdareya Taybet a Bajêr a Tunceliyê dixebitî), Mustafa Turkay Sonel, Gokhan Ertok (polîsekî berê yê îxraçbûyî), Savaş Gulturk (berpirsê kamerayan li Zanîngeha Munzurê), Suleyman Onal (berpirsê kamerayan li Zanîngeha Munzurê), Celal Altaş, Nurşen Arıkan, Şukru Eroglu (parêzvanê Walî Tuncay Sonel).”
‘Binçavkirina rayedarên cemaweriyê jiyanî ye’
Hat zanîn ku kesên hatine binçavkirin birine Dersîmê. Parêzerê malbata Doku li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal daxuyaniyek da û got: “Di dosyaya Gulistan Doku de binçavkirina lezgin a rayedarên payebilind ji bo lêpirsîna me girîngiyeke jiyanî ye. Lewra ev rewş dikare bibe hêvî ji bo şirîkên din, ji aliyekî din ve ji bo malbata Doku jî dibe sedema pirsgirêka ewlehiyê ya cidî.”
‘Em li benda pêla 2yemîn in’
Parêzer Ali Çimen diyar kir ku kesên hatine binçavkirin bi sûcê “kuştina mirov” hatine girtin. Çimen got: “Rayedarên payebilind hîn nehatine binçavkirin. Têkoşîna me dê ji bo eşkere kirina wê rêxistina sûc be. Dozgeriyê bi qismî peywira xwe anî cih. Em dixwazin beriya ku kujer birevin, pêla duyemîn a binçavkirinan were destpêkirin.”
Malbata Doku jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bang li Walî Tuncay Sonel kir û pirsî: “Wextê hesabdana wê tariya ku te heft salan bi me da jiyandin hat. Kurê te Mustafa Sonel ji Gulistanê çi dixwest? Te hemû saziyên dewletê anîn ser wê pira, lê te hemû rêyên ku diçûn ser keça me girtin; bedena keça min li kuderê ye?”
Malbat li Edliyeyê ye: ‘Bila Gulistanên din nemirin’
Dayika Gulistanê, Bedriye Doku li ber edliyeyê axivî û got: “Bila Gulistanên din nemirin. Bila tu kes vê êşê nekşîne. Bi mehan em li wir sekinandin û tenê gotin ‘keça te li vir nîne’. Çima ev yek bi zaroka min kirin? Ez ê niha bi dozger re bipeyivim.” Bavê wê Halit Doku jî diyar kir ku piştî van geşedanan hêviya wî zêde bûye û ew bawer dike ku edalet dê cihê xwe bibîne.
/Çavkanî: Yeni Yaşam/










