🔴NÛPEL – Serokê Desthilata Dadê yê Îranê Xulamhusên Muhsinî Ejeyî, derbarê têkiliyên bi Amerîkayê re peyamên girîng dan û ragihand ku ew ji diyalogê re amade ne, lê bi mercê ku li ser bingeha “prensîp û lojîkê” be. Ejeyî her wiha hişyarî da ku tevî rawestandina şer a demkî jî, hêzên wan di amadebaşiyê de ne.
Rexneyên Li Ser Civîna Îslamabadê
Ejeyî di civîna Encumena Bilind a Dadweriyê de ku li Tehranê pêk hat, bal kişand ser danûstandinên dawî yên li Îslamabada paytexta Pakistanê. Wî helwesta şandeya Amerîkayê bi tundî rexne kir û got:
“Amerîkî bi wê pozbilindiya xwe û bi heman hevkêşeya ferzkirina gotina xwe beşdarî civînê bûn. Wan dixwest li ser maseyê wan destkeftiyan bi dest bixe ku di qada şer de bi dest nexistibûn.”
‘Şandeya Me Mafên Gel Parastin’
Serokê Desthilata Dadê pesna şandeya Îranê ya bi serokatiya Mihemed Baqir Qalîbaf da û destnîşan kir ku wan rê neda Amerîka bigihîje armancên xwe. Li gorî Ejeyî, şandeya Îranê bi serkeftî “mafên xelkê û destkeftiyên qada şer” parastine.
Hişyariya Şer: Tiliya Me li Ser Tetikê ye
Ejeyî derbarê îhtîmala dubare destpêkirina şer de peyameke tund da Amerîkayê û diyar kir ku hêzên wan qet sist nebûne:
“Tiliya leşkerên me li ser tetikê ye. Rawestandina demkî ya şer nebûye sedema sistbûna îradeya hêzên me. Gelê me jî bi yekîtî li pişt hêzên çekdar û fermanên Rêberê Komara Îslamî ye.”
Danûstandinên Bêencam
Danûstandinên navbera Îran û Amerîkayê bi navbeynkariya Pakistanê di 11ê Nîsana 2026an de dest pê kiribûn. Tevî ku 21 demjimêran gotûbêj hatin kirin jî, ji ber kûrbûna nakokiyan her du alî negihîştin ti rêkeftinekê û maseya Îslamabadê bêencam ma.
/Çavkanî: Rûdaw/










